Li kanala 1 a televizyona Rusya di bernameyekî de behsa bi karanîna çekên atomî kir û bû sedemê metirsiyek mezin. Kanal dibêje ku,eger Rusya bixwaze dikare di çend saniyekî de London, Paris û Berlînê bike armanca çekên atomî.Di kanala televizyonî de weneyek hate nîşandan.
Li gora televizyona Rusî, Rusya li qiraxê behra Baltiq li devera Kaliningrad xwedîyê bingehek çekên atomiye. Li vê bingehê fûzeyên Sarmat ên RS-28 hene. Ev fûze di 202 saniyekî de digihe London, 200 saniyekî de digihe Paris û 106 saniyekî de digihe Berlin.
Pispor dibêjin ev delîle ku, bernameya Atomî ya Rusya ji bo cîhanê çikas xetere û cihê metirsiyek mezine.