Polîtîk

Li Iraqê êrîşê bingehek Amerîkî kirin

Li gorî jêderekî ewlekarî, roja Şemiyê baregeha asmanî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê li rojavayê Iraqê rastî êrîşeke mûşekî hat.

Baregeha Eyn Esed şêwirmendên Amerîkî û biyanî lê ne û hêzên ewlehiyê yên Iraqê perwerde dikin.

Ev êrîşa mûşekî piştî wê tê, duhî grûp û mîlîşyayên Şîe li parêzgehên naverast û başûrê Iraqê bi boneya Roja Cîhanî ya Qudisê, diruşmên “Mirin bo Amerîk, mirin bo Îsraîlê” bi zimanên Erebî û Farisî hilgirtibûn.

Amerîka jî her dem grûpên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike bi êrîşên mûşekî bo ser hêzên wê li Îraqê tawanbar dike.

Back to top button