CivakRojev

Rûfatên 104 Kurdên Êzidî gihan Şingalê

 Îro li gundê Koço yê Şingalê, bi merasîmekê rûfatên 104 Kurdên Êzidî li xakê têne spartin. Kurdên Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞê ve bi komkujî hatibûn şehîd kirin.

Piştî hewldaneke mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, nasnameyên 104 kesên qurbaniyên Êzdî hatin eşkerekirin, ku bi destê DAIŞê hatibûn şehîdkirin.

Îro merasîmeke taybet ji bo vegerandina rûfatên wan û car din veşartina wan li gundê Koço yê li sînorê Şingalê dê birêve biçe.

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert û Kerîm Ehmed Xan, Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Neteweyên Yekbûyî ya Lêkolînên Tawanên DAIŞê û nûnerên şandên dîplomatîk dê di merasîmê de amade bin.

Back to top button