PolîtîkRojev

Heşda Şeibî û PKK ji bo xelkê Şingalê bûne kêşeya mezin

Parlamentera berê ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ragihand: “Heta niha rêkeftina Şingalê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê nehatiye cîbicîkirin û grûpên ser bi PKK û Heşda Şeibî kêşeyên mezin bo xelkê Şingalê derxistine holê û bajêr wêran e û dest bi ti hewldanên avakirinê nehatiye kirin.”

Viyan Dexîl beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û got: “Biyar e sibe bi merasîmek rufatên 104 şehîdên destê DAIŞê, bo gundê Koço werin vegerandin û werin veşartin.”

Dexîl diyar kir: “Ji aliyê hikûmeta Iraqê ve xemsariyeke mezin heye li ser çarenûsa windabûyên Êzdî û piştî şeş salan, hê jî nayê zanîn kî maye û kî hatiye şehîdkirin.”

Viyan Dexîl behsa wê yekê jî kir ku li Parlamentoya Iraqê mijara budceya 2021ê tê gotûbêjkirin, lê budceya ku ji bo parêzgeha Neynewa hatiye terxankirin, ti pişkeke wisa mezin ji bo avakirina Şingalê nehatiye terxankirin, ku %80yê bajêr wêran bûye.

Li ser hebûna komên milîs li Şingalê, Viyan Dexîl diyar kir: “PKK û milîsên Heşda Şeibî, kêşeya mezin a navxweyî û derekî ji bo xelkê Şingalê çêkiriye û li ber asayîkirina rewşa wê deverê, bûne rêgir.”

Dexîl herwiha destnîşan kir: “Rêkeftina Şingalê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin, lê heta niha ev rêkeftin nehatiye cîbicîkirin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê, ku Serokwezîr Mistefa Kazimî ye, heta niha nikare biryarek der bixe ji bo derxistina Heşda Şeibî û PKKê ji Şingalê û ji aliyê îdarî ve jî nekarîne qaymeqamekî nû ji bo navçeyê destnîşan bikin.”

Viyan Dexîl diyar kir: “Li gor rêkeftinê biryar bû, hêzeke ewlehiyê li Şingalê were pêkanîn, ku 2500 kes bin û beşek ji wan ji awareyan bin, lê heta niha ew hêz jî nehatiye amadekirin û her yek ji PKK û Heşda Şeibî û artêş û polîsê federalî û çendîn grûp û tîmeke din a çekdar li nav Şingalê mane û derneketine.”

Back to top button