PolîtîkRojev

Nêçîrvan Barzanî: Em dê li ser hewlên rizgarkirina hemû revandiyan Êzidî berdewam bin

Di merasîma veşartina rûfatên 104 Kurdên Êzidî de li gundê Koço yê Şingalê, gotara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Newzad Hadî ve hat xwendin.

Di wê gotarê de Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê kir, Kurdên Êzidî ji ber ayîna xwe rastî cînosaydê hatin û got, “Em îro li vir bi rêz û hurmet pêşwazî li rûfatên 104 qurbaniyên Êzidî yên xelkê Koço de beşdar in ku yek ji sehmnaktirîn komelkujiyên dîroka mirovahiyê ye, bûne qurbaniyn destê DAIŞ a hovtirîn rêxistina terorîstî ya serdemê.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Vegerandina rûfatên van xwîşk û birayên me yên ezîz bo warê wan, hildana rûpelekî din ê xemgîniya dîrokeke tal a tijî ji jan û azara xwîşk û birayên me yên Êzidî ye ku bo berevanî û bi navê parastina xwe, ayîn, çand û zimanê xwe, bi dehan caran fermanên li pey hev û komelkujiyên bi awayî bûne.”

Di gotara Nêçîrvan Barzanî de tê gotin, Êzidî nimûneya civakeke jiyandost û aştîxwaz in û dixwazin “li gel hemû pêkhate û ciyawaziyan bi aramî û aştiyane bijîn û tê bibîrxistin, “bi dirêjiya dîrokê gelek qurbaniyên mezin dane, ser û malên xwe dane, ji bo ku bikarin parêzgeriyê li bawerî, xwenasî, Êzdayetî û ayîna xwe bikin. Ti caran ji bo cîran û derdora xwe nebûne girîft.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ew komelkujiya terorîstên DAIŞê li beramber xwîşk û birayên me yên Êzidî encam dan, ne tenê hewleke kevneperest ya lêdana yek ji dêrîntirîn ayînên navçe û mirovahiyê bû, lê hewleke bêhûde bû  bo lêdana konsept û bihayên bilind ên gelê Kurdistanê li lêborîn, tebayî, pêkvejiyan, mirovdostî, jiyandostî ku morikên diyar û berçaw a civaka Êzidî ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Em dê her hewlekê bidin û li ser karkirina bo parêzgehkirina Şingalê berdewam bin. Em li gel Iraq û civaka navdelewtî kar dikin û hevkar û hemaheng dibin bo ku careke din karesat bi ser Êzidiyan û ti pêkhateyeke din de neyê. Em daxwaz ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê dikin, xwîşk û birayên me yên Êzidî qerebû bike, terorîst û tawanbarên komelkujiyê bigihîne cezayê yasayî.”

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de amaje bi rêkeftina derbarê Şingalê de jî kir û got, “Em daxwaz dikin dawîn rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê bo asayîkirina rewşa Şingalê bê cîbicîkirin û hikûmeta federal pêngavên ciddî biavêje ku xizmeta aramî, asayiş û avedankirina navçeyê û vegera koçberan bike. Di vî warî de em daxwaz dikin Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî hevkar û alîkar bin.”

Di gotara Serokê Herêma Kurdistanê de hat aşkerekirin, “Heta niha ji 6 hezar û 417 xwîşk û birayên Êzidiyên revandî, 3 hezar û 543 hatine rizgarkirin û 2 hezar û 874 jî mane. We piştrast dikin ku em dê li ser hewlên bo rizgarkirin û aşkerekirina çarenivîsa hemû revandiyan berdewam dibin û ti car dest jê bernadin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya gotara xwe de ragihand, “bi rêz û pêzanîn rola cenabê Serok Mesûd Barzanî û wan pêşmergeyên qehreman bibîr tînin ku li jêr fermandariya cenabê wî de, Şingal û derdora wê azad kirin û bi sedan Pêşmer ji bo can bexşand û ber ketin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de spasiya UNITAD a bi serokatiya Kerîm Xan kir “bo hemû wan karên li ser dosyeya qurbaniyên Êzidî dikin, bi taybet jî di keysa rûfatên van qurbaniyan û nasîna wan.” Herwiha Nêçîrvan Barzanî destxweşî “lihevkarî û hemahengiya di navbera alien peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser vê keysê dikin.”

Back to top button