ÇIMA NAVÊ ”DALKURD”Ê TÊ GUHERTIN?

Ev e çend roj in ku Medyaya Kurdî ji bo guhertina navê tîma futbolê ya bi navê DALKURDê serobin bûye û nerazîbûneke emzin diyar bûye.

DALKURD di 2004an de hatiye avakirin û dengvedêriyeke mezin daye, bi milyonan ciwanên Kurd jê re heyran mane.

Niha dewlemendekî kurdnijad bi navê KAWA, ji %49 wek hise Dalkurdê kiriye û dixwaze navê wê digel logoya wê jî biguherine.  Niha kongreyeke awarte jî di 23ê vê mehê de amade kiriye ku navê wê biguherînin.

Logoya Dalkurdê, Alaya rengin e û navê wê bu kurdî û kurdewarî ye.

Lê navê nû daniye BIRATÎ û wêneyê beranekî li serê danîne.

Diyar e ji xwe beran hertim an dibe qurban an jî tê serjêkirin û dibe qelî.

Diyar e guhertina navê DALKURDÊ jî, dekek ji dekvaniya kerkûkfiroşan e.

Hêvîdar im ku Medyaya Kurdî û hemû dam û dezgehên Kurdan xwedîtî li Dalkurdê bikin û  li dijê guhertina navê DALKURDê derketin, fersend jî nedin dekvanên dilnepak.

Silav û serkeftin…

06/ 02/ 2021

Zeynelabidin Zinar

Nerîna min :