Civak
Rojek zûtir emê cejna serxwebûna xwe jî pîroz bikin
CEJNA QÛRBANÊ LI MILETÊ KURD Û ALEMA ÎSLAMÊ PÎROZ BEJîyan tevahiya demên me yên xweş û nexweş in. Xweşî û nexweşî li dû hev in û carcaran jî tevlîhev dibin di nava jîyanê de.Wek netewek em jî niha xweşî û nexweşiyê di nava hevudû de dijîn. Her çi qas welatê me di bin dagirkeriyê de be jî, perçeyek welatê me azad e û van rojan nêzîktirê serxwebûnê dibe.
Em di pêvajoyek ev qas hesas de pêşvaziya Cejna Qûrbanê dikin.Em di serî de cejna Pêşmergeyên qehreman ku niha li pêşiya sengeran bi xwîna xwe azmûna dewletbûnê didin cejna hemû xebatkar û kedkarên Kurdistanê, cejna dayikên şehîdan ku nîşana îradeya miletê me ne, cejna miletê Kurd û bi giştî cejna hemû Alema Îslamê pîroz dikin.Em bawer in ku rojek zûtir emê cejna serxwebûna xwe jî pîroz bikin.01.09.2017TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ