Civak

Cejna gelê Kurdistanê pîroz be

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê li ser rûpela xwe ya Facebookê Cejna Qûrbanê pîroz kir û got, ‘Cejna îsal di demekî de ye ku di çend rojên pêşiya me de, em hemû bi hev re ji bo diyarkirina çarenivîsa welat û niştimanê xwe diçin ser sindoqên dengdanê.’Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, cejna Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, malbatên pakrewanan û pêşmergeyan, tevahiya karmendên asayiş û polîs û herwiha cejna gelê Kurdistanê pîroz kir.Barzanî bang li Kurdistaniyan kir ku ji bo serxwebûna Kurdistanê û pêkanîna xwezî û hêviyên pakrewanan, di roja sazdana referandûmê de dengê “Erê” bidinDi peyamê de wiha hat gotin: “Bi vê boneyê, ez careke din daxwaz dikim ku ji bo damezrandina dewletekê, ku di nava wê de tevahiya pêkhateyan bêyî cudatî hest bi welatîbûna xwe bikin, xweziya şehîd û xwesteka dîrokî ya gelê Kurdistanê bi ser bixin û pêşî ji dubarebûna tawan û karesatên bêhejmar bigirin, pêwîst e bi “Belê” beşdariyê di proseya referanduma serxwebûnê de bikin.” 

Back to top button