Rewşenbîrî çi ye???

Rewşenbîrî ne ew e ku gotinên tûj û ne li rê li hember rewşembîrên rastiyê dinivîsînin bi karanîn e. Ter û hişk li gel hev dişewitînin.

Bûbê Eser
Rewşenbîrî ew e ku li hember zilm û zordariya li gelê wî tê, derketandin e.
Rewşenbîrî ew e ku li hember wêranî û talankirina gelê xwe, derketandin e.
Rewşenbîrî ew e ku berhemên xwe li ser asasê rastiya gelê xwe û bi zimanê xwe afirandin e.
Rewşenbîrî erk û wazîfeyeke ku ji bona gelê xwe dinivîsînin û dibêjin.
Loma jî rewşenbîrî li ser asasê rastiyê hatiye xuliqandin ku ji bona şevreşa gelê xwe ronî bikin, dibêjin û dinivîsînin.
Di vê cîhana ku em lê dijîn de û bi taybetê di nava kurdan de erk û wazîfeyên rewşenbîrî mirî ye an kuştin e. Ji bona çend quruş pere, ji bona meqam û kursiyekê hin rewşenbirên kurdên bakur Kurdistanê pir bi rehetî dikarin wê erka pîroz bavêjin û bibin deng û rengên desthilata li dijî gelê wî.
Silav li wan kesên ku serî li ber zor û zordariyê, derew û boxtanan netewandine.
Rewşenbîrî divê bê tirs bin. Lê mixabin piraniya rewşenbîr û siyasetmedarên me li bakurê Kurdistanê hatine xesandin.
Rastiyê dibînin lê nanivîsînin. Malwêraniyê dijîn lê newêrin bêjin. Loma dema di nava miletê kolonî de li hember şaşiyan rewşenbîr bêdeng bin, siyasetmedar nebêjin, hûn bizanibin ew milet têk çû ye.
Rewşenbîrî ne ew e ku gotinên tûj û ne li rê li hember rewşembîrên rastiyê dinivîsînin bi karanîn e. Ter û hişk li gel hev dişewitînin.
Rewşenbîriya gelê bindest ew e ku xwedî li serok û rêberên ji bona gelê xwe kardikin, derketandin e.
Rewşenbîrî hêjahiyên gelê xwe diparêz in û xwedê li desthilata gelê xwe derketandin e.
Rewşwbîrî zanîn e, xwe nasîne. Loma dikare xwe û gelê xwe bide nasîn.
Rewşenbîrên xwedî li desthilat an tekoşerên azadiya gelê xwe dane û didin, derketandin e.
Rewşenbîrî divê ne weke nanê ser sêlê bin. Gavên xwe û pênûsa xwe gah li wiyalî gah li viyalî bi karanîn e.
Rewşembîr xwedê xeteke neteweyî ne ku heta saxbin xwe ji wê xetê naguherin. Ew xet jî hebûn û tenebûna wan e. Rû û sivata wan dide der.
Rewşenbîr do çi diparast, divê îro jî wê biparêzin. Ji ber ku dîroka rewşenbîran nayê ji bîrkirin.
Reşenbîr ew kesin ku dikarin li gor dem û zemên pêşiya gel, partî û rêxistinên heyî vekin e.
Rewşenbîrî ne ew ku sibê heta êvarî dev avêtina rewşenbîran e. Loma divê vê li bêjingê bixin ku kî/ê rewşenbîr û kî/ê ne ew in.
Rewşenbîrî mertebeyeke bilind û pîroz e. Lewra herkes nikare xwe bighêjîne wê mertebê.
Lê di civatên paşdemayê de, hin li ser navê rewşenbiriyê, rewşenbîrên xebatkar û çalak reş dikin ku ew dest ji karê rewşenbîriyê berdin.
Lê rewşenbîrên ji xwe bawer guhê xwe nade got-gotên weha. Li ser xeta pê bawer karê xwe, weke rewşenbîrekî gelê xwe dikin e.
Silav ji wan rewşenbîrên ku xeta xwe ji bona hin got-gotan naguherin. Ji bona rewşê ji gelê xwe re zelal bikin û pêşiya partiyên siyasî vekin, her dibêjin û dinivîsînin. Silav ji wan re ku bê tirs û xof, bê berjewendiyên sexsî û ne weke nanê ser silê ne…


