Cîhan

Rêkirina petrola Kerkûkê destpêkir

Çavkaniyeke agehdar ji Şirketa Petrola Bakur aşkere dike ku, şandina petrola Kerkûkê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhan a tirkî destpêkiriye, rojane jî 150 hezar bermîl petrol ji kêlgehên Kerkûkê tên şandin. Di daxuyaniyeke taybet de bo BasNewsê, çavkaniyekê ji Şirketa Petrola Bakur bi dûr zanîn ku, rêjeya şandina petrolê ji kêlgehên Kerkûkê bigihe astê pêwîst “Ji ber ku niha çend kêlgeh hene ku di destê çekdarên DAIŞê de ne, hinek kêlgehên din jî dikevine navçeya di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de.” Çavkaniya BasNewsê got jî: “Şeva bûrî, Şirketa Petrola Bakur dest bi şandina petrola Kerkûkê kir, bi rêjeya 150 hezar bermîl rojane, ew jî bi rêya hêla nû ya ku li bakurê–rojavayê Kerkûkê hatiye girêdan, destpê dike, heta ku digihe hêlên Kurdistanê.” Ji ber ku boriyê şandina petrolê nû ne, hinek dem divê heta ew borî bên tijekirin, lewma di heyama du rojên bên de, dê ew petrol bigihe bendera Ceyhan, li gor ku çavkaniya BasNewsê aşkere kiriye. Li gor rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol bi rêya Bexdayê bişiyêne derve, herwiha dê 300 hezar bermîl petrol ji kêlgehên Kerkûkê bişiyêne, ew jî bi rêya boriyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ku digihe bendera Ceyhan ya tirkî. Di bermaber de, wê Bexda pişka Herêma Kurdistanê ji butçeya giştî ya Iraqê, ku dike ji sedî 17, xerçê bike.

Back to top button