Civak

Serok roja ji dayikbûna pêxember pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan Bi helkefta roja ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin Mihemed El Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê (S.X.L) pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên cîhanê, Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim. Hêvîdarim ev helkefta pîroz bibê handerekî dinê çespandina hemû wateyên rûyên bilindên ola pîroza îslam li dadwerî û lêborînî û pêkvejiyan û hevdû hezkirin û rêz li hevdû girtin, riswayî jî ji bo terorîstan û dijminên mirovayetiyê bimîne ku bi navê olê dirindetirîn reftarê li dijî mirovayetiyê encam dane û hewla têkdana bingehên pîrozên ola pîroza îslamê didin. Hêvî dikim ev helkefta pîroz dergeha xêr û xweşiyê ji bo xelkê Kurdistanê û navçeyê veke û dawiyê jî bi zulm û tundrewî û dagîrkeriyê bîne û welatê me li asûdeyî û bexteweriyê de bijî. Wesselamun aleykum we rehmet tulllahî we berekatuhu Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê 11 ê Rebî’ul ewel 1436 ê Koçî 2 ê Kanûna Duyema 2015 ê Zayînî

Back to top button