Nivîsar

PYD û daxuyaniyeke bêkontrol û marîjînal

Me gelek caran gotiye, niha jî dibêjin em ne li dijî tu partiyan in, em ne organeke hizb, partî yan jî grupekê ne…

11 salin Avesta weşanê dike, 11 salin em li ser riyekê ne, riyeke ku baweriya me pê heye. Riyeke ku em dizanin weke dezgeheke ragihandinê, weke dezgeheke medyayê em xizmetekê di warê rojnamegeriyê de dikin, di van 11 salan de me bi mîlyonan xwendevan li dora xwe kom kirin, gelek mehan hitsa malpera me 20 mîlyonan derbas dike.

Em fêm nakin, çima hinek partî û grup hene, dema ku di Avesta de nûçeyeke ne bi dilê wan tê weşandin, yekser biryara xwe didin û me bi neyartî û dijberiyê tewanbar dikin! Ev siyaset û nêzîkbûneke şaş e.

Bihêlin em karê xwe bikin.

Rojane bi sedan mail ji me re tên, bi dehan nûçe digihên servîsa me. Em hemûyan naweşînin, lê hinek nûçe hene balkêş in. Ew nûçe ne  100% rast bin jî, yanî idia bikin, me pêwîst dît em diweşînin.

Em nikarin hemû nûçeyan isbat bikin. Yanî jî çavkaniya nûçeyên xwe ji raya giştî re eşkere bikin, ew li cem me parastî ne.

Em radigihînin. Kesên ku wan nûçeyan rast nabînin, yan jî li ser nerastbûna wan îsrar dikin, bila ew bişopînin û nerastiyan wan îsbat bikin.

Min got em rojnamegeriyê dikin, ne siyasetê, em ne mecbûrin li gora kêfa her kesekî yan jî li gora kêfa her grûp, partî û rêkxistinekê tevbigerin. Çi rast be em wê dikin. Şaşiyên me hebin jî, em bi metodên xwe wan şaşiyan serast dikin.

Me nûçeyek li ser hevdîtinên serokê PYD Bavê Welat weşand.

Destpêkê me got, Bavê Welat hevdîtin bi dewletê re pêk anîne.

Pişt re xeberek gihişte me ku ew ligel serokê Sûriyê Beşar Esed rûniştiye.

Roja din (Komîta ragihandina PYD 18.05.2011), dest bi êrîşa malpera Avesta kir. Em bi vekirina kampanyayeke reşkirinê tewanbar kirin.

Bêyî ku haya wê ji serokê wê hebe. Ji ber ku li aliyê din em bi serokê wê re di pêwendiyê de bûn, me amadekariya hevpeyvîneke dirêj dikir.

Me daxuyaniya Bavê Welat weşand. Wî got ew bi Esed re rûneniye lê ew amade ye rûne.

Weke ku PYD xeyal dike, tu neyartiyeke me li dijî wê tune ye, neyartî ne karê me ye. Karê me rojnamegerî ye.

Dijîtî û neyartiya medyayê, tu caran nakeveke xizmeta tu hêzekê.

Ji berpirsiyarên PYD jî tê xwestin ku rê nedin kesekî, ku li dijî organeke medyayê, daxuyaniyên wiha marîjînal û bêkontrol biweşînin.

 

22 Gulan 2011

Dilbixwîn Dara

Sernivîserê malpera AvestaKurd

Back to top button