Nirxên netewî li Diyarbekir hate parastin
Doh li Diyarbekir civînek gelek balkêş û ji piraniya civînên heta îro hatî kirin cudadir pêkhat. Kurdên ku pirsa kurdî li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiye wek pirsek netewî dibînin û herweha çareseriya vê pirsê destxistinên nirxên netewî de şirove dikin hatin ba hev.
Di civînê de li ser rewşa hilbijartina û helwesta kurda hate sekinandin.Rakirina ala Kurdistanê taybetmendiyek ya vê civînê bû. Ji ber kurd fêr nebûne ku li Diyarbekir civîn û çelakiyên li ser navê kurdan ji aliyê kurdan ve tên kirin ala Kurdistanê bibînin.
Di vê civînê de naverok ew bû ku “ Kurd dixwazin mafê xwe yê çaresnûsî pêkbînin“. Di bin vê durişmê de axavtin çêbûn yên di civînê de amade bûyîn dîtinên xwe gotin.
Li gora gahdariyên gihane destê me dê demek nêzin daxwaziya “ Kurd dixwazin mafê xwe yê çaresnûsî pêkbînin“ ji bo imzayê bête ragihandin. Di civînê de ev bala kurda hat kişandin ku, Lozan a 2 yem li ser kurda tê şûkirin. Ji bo vê jî diruşma Ji Lozana 2. re na derket pêş.