”Fosterland” anku Welatê Bavûkalan

Berhema nivîskara navdar Dilşa Demirbag-Sten:
”Fosterland” anku Welatê Bavûkalan

Nirxandin û danasîn:

”Selahadîn ji ber êrîşên hêzên rastgir yê turka derdikeve derveyî welêt û li Swêdê bi cî dibe. 1976 an de, xanima wî Nûra bi çar zarokên xwe, ji devera Bêrtê têne Swêdê. Selahadîn beşdarî civînê komên çep dibe û deriyên wî ji dostikên jin re vekirî ye. Ji aliyekî karkirin û li aliyê din kêmbûna wextê Nûra ji bo zarokên wê. Kontrolkirina zarokan û hişkayiya bav li malê.

Bavûdê dixwazin keça mezin Dilşayê li welat, bê riza wê bizewicînin. Lê Dilşayê li dij derdikeve. Qîzek din ya Selahadîn, ji jinekî din derdikeve holê. Piştî hatina wê Swêdê, rewşa malbatê nexweştir dibe. Peyçûn û hişkayî dibe beşek ji jiyana malê.
Pêşî keçek ji ber destê bav ji malê derdikeve. Paşê bav, li bajarekî din ji xwe re restorangekî dikire. Kontrola li ser zarokan kêm dibe. Evîndariya Dilşayê bi xortek Swêdî re û çîroka veqetandina ji hev tê. Paşê Selahadîn û Nûrê ji hev vediqetin. Êşa Nûrê zêde dibe. Bav bi jinekî Swêdî re dimîne…”

Bîranînên nivîskara nasdar ya Kurd Dilşa Demirbag-Sten, di eslê xwe ji gelek Kurdên li derve re ne xerîb e. Mirov dikare bêje ku, beşek ji jiyana Kurdên li xerîbiyê ye. Zewacên ku nema birêve diçin û zarokên ku di bin badora pevçûn û hişkiyê de dimînin û ji awira rûhî ve dihêşin, bi saya vê xebatê piralî derdikeve holê.

Îro li Swêdê, di niqaşên pirsên biyanî û çîrokbêjiyê de, kesekî naskirî ye Dilşa. Xwîşka wê Dilba muzîsyenek bi nav û deng e. Pirtûk jiyana herdu kesan, xeyalên wan, problemên xerîbiyê, rexnekirina dêûbavên bi problem, ji xwe re dike mijar. Bi swêdiyek kur, mîna romanekî hatiye nivîsîn, lê hizirkirina bi kurdî bi hemû şêweyan bandorê li berhemê dike.

Mêr û jinên ku ji destê neyaran û hêzên piştgirên wan îşkencê dibînin, welatperwerên beşdarî peçûnên fikrî dibin, dibin hedefa dewletê, têne girtin, di zindanan de dimînin û têne taqîpkirin, dikevin bin tehdîtan û bi erîşan re beramberî hev dimînin, gelek caran pêwîstiya xwe bi tedawiyê hene. Pirsa tedawiya rûhî û fizîkî, weke gelek pirsgirêkên me zêde nayê dîtin û qalkirin. Her wisa, pirsa zewaca pirjinî, pirsgirêka pirdostaniyê ya jin û mêran, di nava Kurda û xelkên rojhilata navîn ji niqaşê re vekirî ye, ku çi bandorê li civatê, malbatê, zarok û xizman dike. Pir giring e ku, ev herdu alî, di dema nivîsîna berhemên wisa de li ber çava bê girtin.

Dilşa di bin bandora dapîra xwe Mukadesê, çîrokbêjiya wê de pir maye. Ji xwe, pirtûka 330 rûpelî, di eslê xwe de ji du berheman pêk tê. Berî çûna Swêdê bi rojekî, Dilşayê weke hercar, dixwaze di hemêza dapîra xwe de, di nava xewn û xeyalên çîrokên wê xwe de winda bibe, raze. Dapîra wê, dest bi çîroka xwe, anku destana Kawayê Hesinger dike. Pirtûk, bi du beşan, beşek ji çîroka dapîrê ya Kawa û beşek ji serpêhatiya malbatê li Swêdê dest pê dike. Beşên ji destana Kawa û yên bîranînên Dilşayê kêşara pirtûkê zêde dike û mîna fîlmekî rengîn didome. Berhem bi xelekên pir xurt, zimanek bilind û dîmenên rengîn ji devera Çavreşa, jiyana eşîra Bêrtiya û jiyana malbatê li taxên Uppsalayê bilind û bi tam dibe.

Pirtûk di nava weşanên Albert Bonniers de dawiya sal 2010 an de derket. Wisa dest pê dike pirtûk:

– “Hûn dê herin Swêdê.. Welatê xerîbiyê. Welatê xurbetê, yê xelkê, bê kes û xwedî. Çi li pêşiya we heye û dê çi bê serê we? Rehên we li vir in, xwe berdane kurahiya erdê, binê çiya û zozanan. Bi ava Ferad û Dîcleyê şîn bûne. Hebûna eşîr û malbatan bi çiya û ava Feradê bi wate ye“, got dapîra wê Mukades.

Dapîra wê, berê xwe da textê razanê, qeryoleya xwe ya bukanitiyê. Dilsayê jî mina hercar di paşila dapîra xwe, bi germbûna dilê wê kêfxweş dibû û ji çûna Swêdê, hesreta bavê xwe bêhtir germbûna dapîra wê ewletir dihat…
– “Çîrokekî ji min re bêje“, gotiyê de Dilşayê. “Çîroka qîzên Kurda, yên delal, xweşik mina xezalan.”
– “Berî hemu tiştî gotin hebû, çîrokbêjî hebû, peyv hebû“, dest pê kir dapîra wê.
– “Ne pêşî Yezdan hebû, te digot, çima neha peyv û gotin?“, meraq kir, Dilşayê.
– “Dema peyv, gotin û çîrokbêjî tunebûya nasîna Yezdan jî pêk nedihat, delala min“, got û li berdewam kir:
– “Xortek lihevhatî û pir ciwan hebû di nava xortê Kurda de. Mîna Şêrek li serê çiya bû û bi merdbûn û egîdiya xwe deng dabû. Ew şervanek xurt li ser pişta hespê, hespê wî yê xurt, bahoz û icacok di xwe de pêk dihanî. Ji bo ku ji çavên xiraban bê parastin, qûrban dihate dayîn, dua dihatin kirin û bi saya çavşînoka ji awirên xirab dihate parastin. Dayika wî bi bejinziraviya lawê xwe wesfê xwe dida û qîma xwe bi keçên herêmê nedihanî, wan layiqî lawê xwe nedidît.

Kawa bû navê wî Xortê bêjinzirav û lihevhatî. Simêlên wî nû şîn dibin û ji ber nêrînên kur û bi wate bi çavên delal, bilbil û gulê nema lihev dikir. Dema wî hatibû. Tevayên hîsên mêraniyê, ew tîhnî dikir, êdî bi çavekî din li cîhanê û xweşikbûnê ser rûwê erdê dinêrî. Ev hîs û helwêsta Kawa ji dayika wî re ne xerîb bû. Dema Kawa û zewacê hatibû.

Dibêjin ku xebera xêrê li Kurdistanê zû belav dibe. Amadekarî û pirsa zewaca Kawa hat rojevê, û nûçe bi taybetî bi alîkariya keçên çavxezal, ji cihê Bîngolê belav bû. Peydekirina keçek çavbelek, bejinzirav û lêvşêrîn jibo Kawa, di ser Derya Wan ê re, bi bêhna pel û kûlîlkên dara guzê ku biharan bi xêr hatina eşîr û malbatên koçeran dike, ber bi çiyayê Agirî ve belav dibe û xwe dirêjî deşta Silêmaniyê dike…

Kawa, dixwest di hunera cenga li ser pişta hespê, bikaranîna şûr û mertal de bibe hoste. Lewma, di dema heval û hogirên Kawa ji xwe re dilîstin, Kawa li ser pişta hespê xwe, bi fêrbûn û perwerdeya şerê bi şur û mertal mijûl dibû. Jê re, kişandina tîr bi rêya kevan, bi nîşangirtina çav û mêjî û cîgirtina derbê, derd bû.

Bavê Kawa bi lawê xwe serbilind dibû. Lê feleka xayîn nehişt ku pêlewaniya lawê xwe zêde bibîne. Nexweşiyek lê peyde bû û çû rehmetê. Kawa di ciwaniya xwe de sêwî ma, barê malê hilgirt ser milê xwe, debara malê dikir, li ber dilê dayika xwe diçû û dihat.

Dem dema peydekirina pêşeyekî cidî bû. Meslekek pêwîst bû ji Kawa re, ku bi saya wê, anku hunera desta û mêjî bibe afirêner, û bi ked û xwedanê jî nanê xwe jê derxîne. Di gund û bajarên nêz de, hemû kesan hez ji Kawa dikir. Tacîran dixwest bi kesekî wisan re kar bikin. Lê wî, li ser teklîfa hosteyê salan, ”Pîrê Hesinger” pir kur fikirî û adinî rojê, biryara xwe ji Pîrê Hesinger re anî zimên. Kawa dest bi hesingerî kir.
Edî Kawa hesin dihiland, form didayê û bi şiklê dawî şûr û xencerên girnabuha diafirand. Aletên mal, erd û kar çêdikir. Gavbigav, rojbiroj dibû pîrê meslekê xwe. Êdî ew bi navê KAWAYÊ HESINGER dihate nasîn.

Dayika wî çavê xwe pir gerand, lê mixabine ku gera wê encam bi dest nexist, keçek li gorî lawê xwe peyde nekir. Weke hemu dayikan dest bi gazinan kir, hesreta xwe ji bo roja hatina zewaca Kawa, çêbûna zarokên wî anî zimên. Di demên wisa de, dermanê herî mezin xweza bû ji bo Kawa. Derketina serê çiya, seyidvaniya hespên berrî bû li deşt, çiya, newal û nava daristanan de. Kedîkirina hespên berrî ne karekî hêsan û karê hemû kesan bû.

Berê xwe dabû nava daristanên kur, Kawa. Roj, şev, dem û sae , birçîbûn anjî tîbûn çi wateya xwe nema bû. Ketibû ber pêla azadî, xweşî û bedewiya xwezayê û tevayê kul û keserên xwe li aliyekî hiştibû. Çiya û çiya diçû. Kûlîlk û bêhna darên gûza, mîna malbatên koçeran, bi xêr hatina wî dikirin. Derya Wanê li aliyê xwe yê çepê hişt, ber ber bilindahiya çiyayê Çavreşa ve hilkişiya.
Dibêjin ku çiya, anku devera Çavreşa, bi şînbûna dar û daristanan, çiya û ava xwe devera herî xweş e ku mirovahî dikare wesfê xwe pê bide, weke cihê jiyanê ji xwe re hilbijêre. Li vir dicive Eşîra Bêrtiyan, nêzî ava Feratê. Ava wê ye, kaniya hênikbûn, pakbûn û zelalbûnê, mîna evîna ji dil û saf. Kaniya tevayê serpêhatî, çîrokbêjî ye Firat. Mirovahiyê li vir dest bi jiyanê kiribû, medeniyet ji vir peyde bibû, hizirkir Kawa…”

Selahadîn di dema xwe de, li aliyê Paloyê li dijî hêzên rast ku dewletê piştgirî digirtin, çalak bû. Çend caran kete nav pevçûnan, brîndar bû û jiyana wî kete xeterê. Xesuwa wî û malê alîkariya wî kirin ku derkeve derveyî welêt, here Swêdê. Piştî bicîhbûna li Swêdê, xanima wî Nûra, zarokên wan Dilber, Dilbahar, Dilnarîn û Azad bi tenê mabûn.

Piştî xatir xwestina ji nas, dost û gundiyan, derketibûn rêya dirêj. Êdî xewn û xeyalên ku endamên malbatê bighêjin hev, hesret bi dawî were bi cî dihat. Nûra û zarokên xwe berê xwe dabûn Swêdê. Piştî sê rojan, di ser Ankarayê re xwe gihandin balafirgeha Istanbulê. Tenê bi kurdî zanîbûn, kêmzaniya zimanê ”min demek dirêj wisa bawer dikir ku, zimanek zulmê hebû: Turkî” ji wan re serêşî derdixist. Birçîbûn, tîbûn û stresa derengmayîna ji otobus û balafirê endamê malbatê perîşan kiribû. Lê niha li Swêdê, balafirgeha Arlandaya nêzî Stockholmê dadiketin. Bi germî, bi xêrhatina wan dihate kirin.
 
Li Uppsalayê, di du ode û eywanekî, li taxa Flogstayê bi cî bûn. Nasîna hevalên nû dest pê dikir. Bavûdê di nexweşxaneyekî Uppsala de karê paqijiyê dikirin. Selahadîn, di cîhanek çep de, çavên xwe vekiribû. Li Swêdê jî beşdarî civînên wan dibû. Di dema vala de, bi xanima xwe re diçûn şevên komên çep. Xwarin û vexwarin dihate ber wan. Piştî wextekî, gazinê Nûra ji mêrê xwe, ku nêzî jinên swêdî dibe dest pê dike. Li aliyê din, zarok bi ziman û adetên nû mezin dibûn. Azadiya bêsînor ku keç bi lawikan re dilîzin, hevaltiyê dikin û zêde nayên kontrolkirin, li aliyê din karê wê li nexweşxanê ku meaşên wan bersiva mesrefan nade û hîsên dayiktiyê ku nikare zêde wext bide zarokan, Nûrayê ji welatê nû, anku Swêdê sar dikir. Wê, jiyana li Swêdê bê wate didît û tevayên xewn û xeyalên xwe ji bo vegera welêt dikir. Lê zarok û mêr bi şêweyekî din nêzî pirsê dibûn.
Nakokiyên di malê de dibûn sedemên bihuzurtiyê. Dê li hemberî çanda xwarin, vexwarin û jiyana rojê hişktir, bav bi şikilkî din nêzî pirsê dibû. Zarok mezin dibûn û barê Nûra bi çêkirina xwarinê, cilşûştin, paqijiyê zîdetir dibû. Mêr nedibû alîkar, zarok zaroktiya xwe dijîn û dibûn sedema tevlîheviya li malê. Nexweşiya di nav jinûmêr de kurtir dibû û tesîrek neyênî li zarokan dikir.  Wextê Dilşayê li pirtûkxanê û nasîna cîhanê û vebûna deriyên nû, yê Dilbayê jî bi muzîkê û nasîna cîhana muzîkê, dengên instrumentan derbas dibû. Azad bi ser nigan diket…

– “Tu westiyayî xuyanî dike”, got dapîra wê.
– “Na dayê. Heta dawiya çîroka Kawa neyê, mina hercar, ez ê li te guhdarî bikin û ranezim”, bersiv dayê de Dilşayê.
– “Siwarê ciwan her ku ber bilindiya çiyê ve hildikişiya, berfa sipî bixêrhatina wî dikir. Xweşikbûna xwezayê, şînayî, dar û siya qehweyî ya daran ku dida ser berfa mina xalîçeyek spî li seranserî çiyê raxistî aqilê wî ji sere wî dibir. Diket şika “xewna dibîne” anjî “rastiyê dijî”. Dem çawa derbas dibû jibîr dikir, lê derengbûna rojê, dayika wî anî bîra wî. Eger bi derengî here mal dê dayika wî di meraqa lawê xwe de bimîne. Bi carekê re berê serê hespê xwe vegerand, bi lez amadekariya vegera malê kir.

Keçek çavxezal, bejinzirav, lêvên mina kûlîlkên sor û keziyên dirêj û hunandî ji dur ve xuyanî kir. Xweşikbûn û awirên çavên wê bi tevayê remildariya xwe, Kawa xiste bandore. Ev keça delal e, çav xezal dikare bibe dermanê dilê min, kebaniya mala min, hizir kir Kawa.
– Ez Bêrtî me, sergula tevayê eşîra Bêrtiya. Bi wan awiran nenêre. Zêde bi min re neaxife.  Axaftina bi kesên biyanî ji me zeriyên Bêrtiya re bikêr nayê. Ger, dost xizm an bavê min bibîne dê rewşa te nexweştir bibe. Lawkê biyanî, ya baş ew e tu li ser pişta hespê xwe siwar be û ji Çavreşa here. Ne te ez dîtim û ne jî em bûn esîrên awirên bi wate. Zeriyên gundê me ji te re nabin kebanî, keçên ji bo te li vê deverê tune ye, gotiyê de keçikê.

Awirên çavrên reş aqilê wî ji serê w biribû. Êşa evînê dabû ser dil û hinavê wî. Rê li ber xwe winda kiribû. Jiyan, dem û saetên beyî wê, bê wate bûbû. Di derya xeyalan de xerq bû û çi demê gihişte malê nedihat bîra bîra wî, lewma dengê bixêrhatina dayika xwe nebihîst.
Roj derbas dibûn. Lê Kawa bi xeyalên zeriyê re mijûl dibû, xwarin û vexwarin nedihat bîra wî û lawaz dibû. Dayika wî fêmkir ku derdê evînê girtiye ser dilê Kawayî. Wê, sê xwîşkên xwe amade kir û çû serdana Keçika ji eşîra Bêrtiyan.

Dibêjin ku, ava Feradê şaxek ji derya buhiştê ye. Av û kaniya jiyanê ye Firat ji bo eşîret û devera Bertiya. Lewma keçên wan bejinzirav, xwînşêrîn û çavxezal in. Horiyên buhiştê, rengên xwe ji wan girtine. Mêrên wan egîd in, bi navûdeng in û li hemberî zilmê serî natewînin. Dostanî û merivantiya Bertiyan nikare bibe cihê pirs û pîvanê. Tenê mêvandarî û hewcedariya bi wan dikare dostaniya bi wan re ronî bike. Çiya û erdê wan bi bereket in û nanê wan tê xwarin, dikarin gepa nanê xwe bi derûdora xwe re pay bikin.

– Qet dilê xwe xweş neke û keça me nexwaze. Ew xezala serê çiya, sertaca berîvana ye. Tevayê xortên eşîr û malbatên koçeran di dorê de ne. Ew delaliya malê ye, ji bo xwestina wê û pêşeroja wê ne hêza we têr dike û ne jî em keça xwe didin deverên xerîb, li derveyî cî û adetên me, gotiyê de dayika keçikê.
– Belê, Kawayê min nikare bi zêr û zîvan we dilxweş bike. Lê dilê Kawa mîna ava Feradê fireh, pak, paqij û zelal e. Di xweşikbûn û ciwanbûnê de stêyrikên li esmanan ne mîna wî ne. Egîd e, di cengê de pişta wî nayê tewandin. Lawik bi tenê ye ji min re, tayê ber dilê dayika xwe ye. Evîndara keça we ye, bi heft dila dil ketiyê de û bihêlin bila dilên evîndar bighêjin hev.
– Navê Keça me Dilşa ye. Dilşayê qîza mezinê eşîra giran e. Bi sedan xwarzî, birazî, mirov û dost di rêya wê de ne. Eger em rê ji biyanî re vekin dê bibin sedema pevçûnek mezin di nava eşîrê de. Hûn mirovên baş xuyanî dikin. Lê dîsa dana biryarekî wisa dijware û ne hêsan e.
– Ez ê dîsa werim, got dayika Kawa û rabû ser xwe ku berê xwe bide male…”

Endamên male zêde dibûn. Selahadîn di dema xortaniya xwe de zewicî bû, keçek wî çêbibû. Piştî zewaca duwê, derbasbûna ewqasî sal, çar zarokên wî, zaroka pence jî peyde dibû. Dilşayê li wan zêde dibû. Selahadîn dixwest Dilşayê jî bîne Swêdê. Nûra dudilî bû jibo hatina wê. Lê li male biryar ji aliyê Selahadîn ve dihat dayîn. Bi hatina Dilşayê re, malbatê xaniyek firehtir yek sê ode li taxa Granby ê peyde kir û li wir bi cî bûn. Barê male girantir, karê Nûra zêdetir dibû. Di male de di nav jin û mêr de, bêhuzirî cihê dida pevçûnan. Hemu kesan nesîbê xwe ji hişkiya bav digirt. Lê Dîlberê, ne yek ji wan kesan bû ku bitewe. Wê û bavê xwe li hev ne dikir. Piştî sê sal din ji mal derket û li cihekî din bi cî bû. Nav wê, û mezinên male vebû. Qedexeya hevnedîtina xwîşk û bira, bi xetên sor hate danîn.

Zîrektiya Dilba bi instrumentên muzîkê, stiranbêjî û ya Dilşayê di zîrektiya nivîsînê de xwe dida der. Nûra ji bo vegera welêt, karê zêde dikir da ku hinek peran bidine hev. Perên li cem bavê Selahadîn kom dibûn. Lê bavê selahadîn, kalê 70 î ji xwe re jinek ciwan peyde dike, bi perên wan zêra dikire û qelen dide. Bûyer li male şokên nû peyde dike. Jinûmêr êdî bi hev re kêm qise dikin û di nav wan de çiyayên qeşayê pêk tên.

Malbat biryara serdana welêt dide. Bêyî Dilşayê, soza wê ji bo bi kesekî bi nave Yilmaz dane. Diçin welêt. Dilşa mîna berê, rojên xweş bi dapîra xwe re derbas dike. Di vegera male de, li Istenbolê, Yilmaz bi Dilşayê re qise dike. Lê Dilşayê jî serî hildide, li dijî biryara nîşan û zewaca xwe derdikeve. Bi vegera Swêdê nîşanê xira kirin. Selahadîn li bajarê Karlstadê dest bi karê restorangê dike. Piştî çûna bav, bayê azadiyê bandora xwe li jiyana malê dike. Hevdîtina ciwanan, kurbûna li ser mûzîkê, carna dans û kêfa şeva û evîndariya pêşî ya Dilşayê û Staffan dihê rojevê…

”Dayika Dilşayê, bi keçaxwe neşêwirî bû, dîtina wê pirs nekiribû. Lê bûbû şahidê hêstirên keça xwe. Dilşayê hêstirên ji xwînê dibarand.Dayikê fêm kir ku keça wê bi heft dila dil ketiye Kawa.
Dem dema dawet û dîlanê bû. Daweta wan sê roj û sê şevan domiya. Xelatên giran hatin ser xalîçan. Di beroşên mezin de xwarin keliyan. Ciwana dîlan kişand. Kawa û Dilşayê gihiştibûn miradê xwe. Soz dabû Kawa ji bo pêşerojek xweştir. Çar keç û çar lawê wan çêbûbûn. Kawa, bi hesingerî, hostebûn û hunera desta li tevayê Kurdistanê deng dabû.

Dibêjin ku rojên xweş, gelek caran bi destê zaliman têk diçe. Li Kurdistanê, hukumdarê Ser text, zilmkar bû. Zilma wî bi wext û zemam zêdetir bû bû. Bi zilma wî re êşek jê re peyde bû. Di herdu milên wî de, du birîn vebûn. Du mar, du tebayên zindî li ser milên wî êşek mezin didane hikumdar. Remildarên herêmê aqil danê. Her roj du zarok dibûn qurbana teba, dibûn êmê wan. Di demek nêz de, çi mal neman ku qûrban nedanê de. Sê kûrên Kawa jî bi zorê hatibûn girtin, qûrbanîkirin.

Kawa, ji bo pêşerojên xweştir soz dabû Dilşayê. Dora lawê wan yê çarem jî nêz dibû. Biryar da Kawa ji bo dawiya zilmê bîne. Rahişt balyozê xwe û berê xwe da keleha hikumdar. Agir mizginiya xêrê ye, got Kawa. Dema min li serê kelehê agir vexist û agir bilind bû, zanîbin ku dawiya zilmê hatiye…”

Malbatê barkiribû bajarê nû. Kar baş diçû. Dilşayê demek baş li welat derbas kir. Bi vegerê re li bajêr di dibistana nû dest bixwendinê kir. Selahadîn derengî dihate malê. Gazinên Nûra zêde dibûn û êdî mecala jiyana bi hev re nemabû. Rojekî Selahadîn ji malê derket û nema hat. Bi jinek swêdî re dima. Paşê bi carekî re ji hev veqetiyan. Buyerê brînên kur di dilê Nûrayê de vekir.

”Divê gelê Kurd ji vê zilmê azad bibe. Textê zilmê bi erdê re bibe yek, got Kawa. Piştî şeş roj û şeş şevan gihişt ber deryê keleha hikumdar. Bi heybeta xwe, bandorek mezin li nobedaran kir. Jibo dîtina hikumdar xwestina xwe anî zimên û xwestina wî bi cî hat. Sê eywan derbas kir, deriyek mezin di rûwê wî de vebû. Hikumdar û marên li ser milên wî, qîre qîra hikumdar ji ber êşê ew matmayî hişt.

Hikumdar li benda lawê wî yê dawiyê bû. Lê Kawa, anî ziman ku dê dawiya wî bîne û agirê azadiyê li serê kelehê vêxe. Hikumdar emir da nobedaran ji bo kûştina Kawa. Lê balyozê Kawa li nîvê serê wî ket. Bi textê xwe re bi erdê re bû yek. Tevayên leşker û artêşê piştgirî dan Kawa. Li serê kelêhê agirek hate vêxistin. Keleh û keleh, gund û gund, agir li  serên çiyayê Kurdistanê hate vêxistin û xwe gehand bejaran. Êdî roja dîlanê bû. Zilm hatibû şikestin. Kurd ji destê zilmê rizgar bûbûn. Rizgariya Kurda bûbû heqîqet û rastî…”

Gabar Çiyan

EuroKurd News – http://eurokurdnews.blogspot.com/

Nerîna min :