Erdogan: Ji bo em azadiyan berfirehtir bikin piştgiriyê dixwazin

Colemêrg: Bi mebesta ku serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan protesto bikin esnafan dikan venekirin û şofêran jî otomobîlên xwe dernexistin kar. Ji ber hatina serokwezîr Erdogan a bo Colemêrgê gelek tedbîrên ewlekariyê hatin girtin. Ketin û derketina bajêr xistin jêr kontrolê û ji bajarê derdorê jî jimareyeke zêde ya polîs û otomobîlên zirhpoş jî sewqî Colemêrgê kirin. Li bajêr ku bêdengiyeke mezin hebû, ji xeynî firne û dermanxaneyekê hemû cihên din yên kar girtî bûn. Ji ber şofêran jî otomobîlên xwe nexebitandin li ser cadeyan hîç otomobîlek nehat xwiyakirin.

Ekîbên rêveberiya polîsan 7 kîlometre dûrî navenda bajêr gelek tedbîrên ewlekariyê wergirtin. Tedbîrên ewlekariyê yên hêzên ewlekariyê yên zêde ku ji bajarên derdorê hatibûn ên li taxên Keklîkpinar, Daxgol û Kiran ku gelek caran li wan xwepêşandan tên kirin bal kişand. Otomobîlên ekîbên tendirûstiyê yên ku li derdora cadeya Konak a cihê mitîngê bûn û otomobîlên TEDAŞê jî di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê de di kontrolê re hatin derbaskirin.

‘Terorê ji xeynî rondikên çavan tiştekî din neanî’

Erdogan di mîtinga li ber parêzgeha Colemêrgê ku partiya wî organîze kiribû ji gel re axifî. Lê ji xeynî karmendên asayiş, hinek alîgirên AKP, cerdevan û polîsan kesek amade nebû. Erdogan got: ”Şîdet û terorê ji êş, hejarî û rondikên çavan zêdetir tiştekî din neanî. Bi 780 hezar kîlometre qare ev welat ê me ye, em rê nadin li ser vî welatî emeliyat bên kirin, ev welat ê me ye. 74 milyonên wê, kî bikeve derdê emeliyatê bila kefa mista xwe bialîse, bila li kisûrê nemeyzêne.”

Bi zorê dikanan didin girtin

Erdogan, diyar kir ku esnaf neçar mane dikanên xwe daxin û wiha pêde çû: ”Nâvê vêna ne çalakiya girtina dikana ye, neçarhiştina daxistina dikana ye. Hun nikarin ji vêna re bibêjin çalakiya girtina dikanan. Evna astengiye li pêşiya azadiya bazirganiyê.” Erdogan îdîa kir ku şaredariya Colemêrgê bi awayekî îdeolojîk tevdigere, xizmeta hevwelatiyan nekiriye û wiha pêde çû: ”Niha dema li vê kolana Colemêrgê digerim ji însanetiya xwe şerm dikim. Ev rêveberiyeke çawa ye? Li vir rê heye, ji bo Xwedê? Ezê pereyên ku me ji we re şandine bibêjim, dipirsim ev pere diçin ku.”

”Belgeyên polîtîkayên înkarê”

Serokwezîr Erdogan, bibîrxist ku doh li Wanê, pênc belgeyên serdema desthilta yek partîtiyê ya CHPê di salên 1940an de eşkere kirine, bê ka çawa bi îmzeya civata wezîran a CHPê, bi îmzeya Îsmet Înonû, pirtûk, plak, kaset hatine qedexekirin û komkirin; ”Ew belgeyên han, belgeyên wê êşa ku bi dehan sale tê kişandin. Ew belge, belgeyên polîtîkayên înkarê bûn.”

‘Îro êdî qedexe nemane’

Erdogan, da xwiyakirin BDP û CHP ya ku di serê navê wan de aştî û demokrasî heye ketine milê hev hemû prensîbên xwe binpê dikin, bi xwe re dikevin nakokiyê, xwe bi xwe înkar dikin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ”Di referandûma 12ê Îlonê de, BDP ligel CHPê, MHPê û ligel Ergenekonê ketin milê hev û dijî guhertina 26 maddeyan derketin. Hem jî ne bi rêyên demokratîk, ne bi razîkirin û ravekirinê. Bi zorê, bi tehdîtê, bi guşarê xwestin boykotê bikin. Hevwelatiyên me çima azad nahêlin, çima? Ji ber ji xwe bawer nakin. Dizanin ku ger em birayên xwe yên kurd azad bihêlin, ew bê guman birayê min ê kurd, ne birayê wan, ew qet nabin nûnerên birayên min ên kurd, tenê îstîsmar dikin. Ji bo em Tirkiyê bighînîn standartên pêşketî ên demokratîk careke din piştgiriyê ji we dixwazim. Ji bo em azadiyan berfirehtir bikin piştgiriyê dixwazin.”(Rûdaw)

Nerîna min :