Nivîsar

Hevpeymaniya Goran û Îslamiyan ber bi ku ve

Di dema du meh û niv ên borî de tevgera Goran hevpeymaniyeke mokim digel îslamiyên Kurdistanê girêda ku ev yek jî di pirosesa xwepêşandanên Silêmniayê de bi kûrî reng da. Lê belê nuha ku nêzîkî meheke bi ser pirosesa dawîanîna xwepêşnadnan derbas bûye, gelek tê gortin û minaqeşeyên cidî  li ser wê yekê ne ku; Gelo kîjan hêzê ya din ji bo berjewendiyên xwe bikar anî? Îslamîyan yan Goranê, kê karî fêdey ji enerjiya ya din werbigire? Piştî vê pirseke din tê; Gelo ev hevpeymaniye heta kengî û ber bi kuda diçe? Qismekê şarazayên siyasetê dibêjin ku îslamiyî karîn fêdey ji enerjiya Goranê ji bo berjewendiyên xwe werbigirin. Di vê yariyê jî de Goran kete davên acendayên hêzên îslamî. Di vir de hindek ji şavdêrên siyasî pêşbîniya wê dikin ku meha hingiv (meha şabûnê ) ya hevpeyamnaiya îslamiya û Goranê nêzîkî dawiyê bûye.

Dr. Mihemed Hisên Berzincî maosteyê zanistên siyasî li dor vê pirsê dibêje ku di vê meselê de îslamiyan goleke xweşik avêt, Goran ew lîstikvan bû ku pas daye îslamiyan û Yekêtî Niştimanî Kurdistan (YNK) jî ew alî bû yê gol xarî. Li gor Berzincî, bervajiya dîtinên destpêkê,  Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û îslamî di vê yariyê de serkeftî bûn. Goran bo paşkoya  Îslamiyan. Ji ber ku ji bilî heftiya yekem a xwepêşandanna, kultur û ferhenga îslamiyan kontrola xwepêşandan kir. Berzincî dibêje:
– Bi dîtina min divya bû Goran di du heftiyên pêşiyê de xwe ji xwepêşandana vekişanbaye, her weke çewa nuha dixaze rêya diyalogê bigire ber, diviya bû hîngê ev kare bikraye û bi vî awayî ew dê bûbaye aliyê  sekeftiyê yekem. Ya rast ewe ku, opoziyon nekarî lîstika şetrenca xwepêşadanan fêde bike. Lê di warê madî û manewî de Goranê zerer kir. Ji ber hindê jî ew hevpeymnaiya xurta navbera Goran û îslamiyan hêdî-hêdî ber bi dawiyê diçe û dê vegere bo rewşa beriya 17ê sibatê.

Şadman Mela Hesen weke çavdêrê siyasî û kadiroyê YNKê,  wê rexneyê li Goran digire ku hevpeymaneke neîlankirî digel îslamiyan girêdaye û kevneperistî îna pêş bi ser sehnê. Ew behsa wê yekê dike ku Goranê beriya nuha digot ku ji encamê hevpaymaniya YNKê digel PDKê , kultura PDK  bi ser Kurdistanê de baladest kiriye. Lê  Goran bixwe kultura Îslamiyan li Kurdistanê baladest dike û dibêje:
– Biraderênê Goranê çi ji dest wan nayê û dibêjin ku qaşo YNK weke PDKê lê hatiye, yan jî dibêjin Yakêtiyê Partî bi ser Kurdistanê de baladest kiriye. Bersiva me bo Goranê ewe ku Partî her li cîyê xwe ye. Ji bilî vê jî Partî û Yakêtî di çarçoveyê hikûmet û cîbicîkirina qanûnde tevdiger in. Lê pirs li vir eve; Em bêjin Yekêtiyê Partî baladest kir, gelo we di nava van 60 rojan de kî baladest kir? Bê guman ev ji mêje îslamiyên Kurdistanê wê xewnê dibînin ku hukimê Kurdistanê weke yê Talîbanên Afxanistanê lê bikin. Dengên azadiyê, mafê mirovî û mafê jinan ji holê rakin. Goranê ew îslamî baladest kirin û înan pêş yên ku paşmayên Cundulîslam û Ensarulîslam in. Goran du kesên lîberal yên weke Celal Talebanî û Berhem Salih qebûl nake, lê Mela Kirêkarê terorîstê mezin û yên weke wî qebûl dike ku bibine nûnerên welatê me.

Beşek ji çavdêrên siyasîyên Kurdistanê di wê bawerê dene ku Goranê şaşiyeke siyasiya mezin kir dema xwe daye destê hêzên îslamî. Goranê her weke metodê Îxwan Mislimîn yên Misirê miamile digel xwepêşandanên Silêmaniyê kir.

Fuad Mecîd Mısirî lêkolerê warê îslmiya siaysî dibêje ku divya bû Goranê rê ji Yekgirtiya Îslamî re ne dabaye ku wan teserifan bike. Ji ber ku hêzên îslamî bê bawer in û dibêje:
– Partiyên îslamî ji aliyê fikrî ve ji bo Kurdistanê xerîb bin, partiyên îsalmiyên Kurdistanê jî wêneyekî kopîkiriyê partiyên îslamiyên cîhana erebî û îslamî ne, di warê piraktîkê jî de xwediyê çalakiyên taybet bi xwe nîn in, Îxwana nav li rojên înî kir, li Silêmaiyê jî nav li rojên înî  kir. Îxwanan li meydanan nimêjên siyasî kirin, li ber Berderkî Sera li Silêmaniyê eynî diyarde kopî kir. Heta li Silêmaiyê navê Berderkî Sera jî gurat kir meydana Tehrîr, ew nizanin ku bi dehan salaye li Misirê navê wê meydanê, meydan Tehrîr e. Tu bêjî bi heman awayî xwepaşvekişandina Îxwana jî kopî nekin? Di heman demê de wezîfeya cemawer û wan hêzên xwe bi nûneratiya xelkê dizanin, rê nedin ku daxazên xelkê bibine pir û acendayên îslamiyan di ser rederbas bibin û daxazên xelkî bikevine di xizmet acendayên siyasiyên wan hêzan ku, eger bibine xwedî mewqiyekî bihêz, çarenivîsê Kurdistanê ji çarenivîsê wan civakan baştir nabe yên ku îro di bin destê desthilta dînî û metodên dînî de dinal in.  Yek ji wan hokarên ku, heta cemawerê Tevgera Goranê bi xwe jî gelek bêzar kir bû, ew bû ku bizava çep û sekoler kete di xizmeta xwestekên îslama siyasî de û sîmayê medeniyê xwepêşndanan ji bo sîmayê dînî û selefî weke yên welatên erebî guhart. Ji bilî neşirînkirina sîmayê xwepêşanderan, herwesa bûne ciyê tirsê jî. Vê yekê lêkolerên siyasî matmayî kirin; çewa hêza çep û sekoler razî bû ku meydana Sera bibe mizgefteke mezin a Selefiyan?

Omer Şêxmos sîyasetmedarê kurd bi matamayî ve dibêje:
– Ew nimêja li Berderkî Sera li Silêmaniyê dihat kirin ji bo min gelek ciyê sersormanê bû ku hêzên sekoler û çep, ne bi tenê Goran, lê belê yên ku ser bi Partiya Komonîsta Karkeran û yên din jî yên ku beşdarî di xwepêşandnaên Berderkî Sera li Silêmaiyê dikr, her çi qas bawerî bi meselyên dîdî ne bû jî, lê serkêşiya xwepêşandnan dabû dest hêzên îslamî. Bila  rêz li dîdndaran bigitaye, lê beşdarî nimêjan nekirbaye, ji ber ku heta nuha jî îslamiya acendayên xwe bi ser opozisyonê der feriz kirine.
–  Bê şik, ew ji hêzeke biçûk hêdî-hêdî dibin hêzeke mezin û acendayên xwe bi ser sîstema siyasiya Kurdistanê de feriz bikin, lê ez bawer nakim ku Partî û Yekêtî û hikûmeta Kurdistanê vê yekê ji wan qebûl bikin.
– Rastiyeke dîrokê ji we re bêjim; ew jî ewe ku miletê me bi dehan salan xebat nekiirye daku sîstemeke îslamî li Kurdistanê bê damezrandin, lê belê xebat ji bona sîstemeke sekoler, demokrasî, azad ava bike û rengekê kurdî hebe nek rengekê îslamî, xebat kiriye.

Mela Nîyazîyê Hewramî weke mamosteyekî dînî û rojnamevanek dibêje ku bi awayekî taktîkî îslamiya hevpeymanî digel Goranê girêdaye û dibêje:
– Cemawer êdî  îslama siyas nas dike, rojekê muzîk, sitran, perlemanto û mewludnameyan heram dikin, îro jî ji bo wan helel e û biyarê didin, diyare ew nuha daxaza desthilat û posteyan dikin, çima bi eşkereyî nabêjin ku “em siyasetê dikin.” Îslamiya siyasî wextekî xelk bi kafir dişubhand, îro behsa pêkvejiyanê dikin. Wextekî Mela Kirêkar dijî tevgera Goranê bû, lê nuha sipasî û aferîniyê jê re dişîne, xerîbe kesekî bawerî bi Xweda nebe û tu aferînîyî lê bikey û bi mêrê meydanan bi nav bikey. Her dema daxazên îslamiyan bi cî hatin, bêy ku çaksazî bên kirin ew dê xwe vekêşin û dê bêjin çaksazî hatine kirin.
– Hevpeymaniya nevbera Goran û îslamiyan siyasî û demkî ye. Heta doh jî li dijî hev gotar dinivîsîn, nuha jî birayên hev yên siyasî ne.

Çavdêrên siyasî behsa wê yekê dikin ku hevpeymaniya Goran û Îslamiya ber bi dawiyê diçe û îslamiyên siyasî nikar in di nvabera xwe de hevpeymaniyeke domdirên ava bikin, vîçadê  çewa  digel îlmaniyan bikarin hepyemaniyên bikin. Herwesa ew sê hêzên opozisyon her yek cuda û bi dizî digel partiyên desthilatdar danûstandinan dikin, ev jî nîşana sistî û lawazbûna peyama sêalî ye.

Dr. Miheme Hisên pêşbînî dike ku di demek nêzîk de ew hevpeymaniya navbera Goran û aliyên îslamî dê hilweşe. Eynî senaryoya lîste çaksazî û edaleta civakî dubare bibe, ew lîste ji du partiyên îslamî û Zehmetkêşan (Qadir Ezîz) û partiya Sosiyaldemokratên Kurdistanê pêkhat bû, paşî Zehmetkêşan û Sosiyalîstan beçdarî di hikûemtê de kir û hevpeymaniya wan hilweşiya û îslamiyan zirar kir. Het nuha ji aliyê manewî ve îslamî ji Goranê serkeftîtir in, lê hêşta ji bo Goranê derfet heye ku serkeftinê bi ser îslamiyande bidest bixe û hevpeymaniya xwe digele îslamiyan hilweşîne, hîngê dê îslamî binkev in.

Stîvan Şemzînanî
[email protected]

Têbînî! Ev artîkle di himara 20 di kovara Milmilanê de belav bûye û Nasrat Hacî wergerandiye ser kurmancî

 

Back to top button