Cîhan

Îstîxbarata Îranê 30 casûsên Amerêkayê binçav kirin

Îstîxbarata Îranê ragehand ku wan toreke casûsiyê ku ji bo berjewendiyên Dewletên Yekgirtiyên Amerêkayê dixebitîn eşkere kir.
Îro roja şemiyê 21.05.2011ê wezareta îstîxbaratê (îtîlaat) ya Îranê di daxuyaniyekê de ragehand ku wan 30 casûs yên ji bo berjewendiyên Amerîkayê çalakî dikirin bin çav kirine û 42 endamên  din yên wê torê ku hemû jî efserên CIA yêne deşîfre kirine.

Wezareta îtîlaatê ya Îranê di daxuyaniya xwe de bibêje ku tîmên wê yên taybet toreke sîxuriyê ya ser bi Amerîkayê ve li hindirê Îranê û derveyê welêt eşkere kiriye.
Daxuyanî dibêje ku ew banda casûsiyê di bin serperiştiya efserên CIAyê li çend welatên cîhanê dixebitin.

Daxuyaniya navborî dibêje ku li gor wan zaniyariyên îstîxbarata îranê ji wê tora casûsiyê bidest xistine, diyar dikin ku efserên CIAyê bi rêya wan casûsan zaniyarî li ser senterên lêkolînên zanist, senterên enerjiya nuklerî, pîşesaziyên hewayî, zaniyariyên li ser bîrên neftê û gazê, wêstegên karebê, balifirgehan hin cîyên din kom dikirin.

Îranê dibêje ku komkirina zaniyariyan li ser van cîyên hesas wê yekê didin xuyakirin ku Amerîka dixaze derbeyekê li Îranê bide.

Back to top button