MHP bi kasetan têk çû

Di encama eşkerekirina hinek kasetîn vîdeo di nava MHP-ê de, erdhîja herî bi hêz ya sêyem çêbû. Ji berî niha jî du kaset hatibûn eşkere kirin û 3 cîgirên serokê MHP û kesek berendamê partlementoyê îstifa xwe dan û ji partiyê veqetiyabûn.

Niha jî kasetek din hate eşkere kirin û navê 6 berpirsên MHP-ê yên bilind hatibû diyarkirin. Herweha hate gotin ku heta demê kifşkirî ew kesên navên wan derbas dibin îstifa xwe ji partiyê nekin , dê kasetên wan di internetê de bête belav kirin. Di dema kifşkirî de  wan navan teva îstifa xwe ji MHP-ê ji bo raya giştî ragihandin.

Yek ji wan cîgirê serokê MHP-ê Deniz Bolukbaşiye.Herweha yên din jî cardin cîgirek yê serokê partiyê, Umit Şafak endamê sekirdiyatiya MHP-ê Mehmet Taytak e. Wek din cîgirên Dewlet Bahçelî, Mehmet Ekicî,sekreterê giştî yê MHGP-ê Cîhan Paçaci jî, ji berpirsiyariyên xwe û ji parlementeriyê jî îstifa xwe dan.

Ev nav hemî berendamên parlementoyê di serê lîsteyan de bûn. Niha ji berendametiya parlementoyê jî xwe dan aliyekî. Ev yek dê çi bandorê di hilbijartinan de li MHP-ê bike, niha nayê zanîn. Lê roja 12- hezîranê wê bixweyê ku vê yekê çi bandora xwe li Partiyê kiriye.

Nerîna min :