
Rojevakurd: Birêz Zenelabidin Zinar, gelo çewa we dest bi bernama xwe di TRT 6-ê de kir û hun dikarin di derbarê bernama xwe de hinek agahdarî bidin me?
ZEYNELABIDÎN ZINAR: Belê, pêşî ez spas ji bo we dibêjim û serkeftin dixwazim. Dema RTR 6, di 01. 01. 2009an de, dest bi weşana xwe kir, ez jî wek mêvan, li ser folklor û klasîkên kurdî beşdarî çend bernameyan bûme.
Di rastiyê de haya min ji tiştekî nebû. Lê piştre min fêm kir ku ji nava welêt pir kesan navê min ji bo TRTê pêşniyar kirine û bi israr jê daxwaz kirine ku TRT 6, Zeynelabidin Zinarî wek karmend bigire.
Hêj di dema Birêvebirê TRT 6ê, rêzdar Sînanî de, ez hatim vexwendin bo Enqerê. Dema ez çûm wirê, em li ser gelek babetan rawestiyan. Îcar dema ku rêzdar Sînan guherî û rêzdar Fethulah Kirşan hat cihê wî, di hezîrana 2010an de, wî jî ez vexwendim Enqerê. Min û kek Fethulah jî, li ser gelek babetên ku sûd bidin televizyonê xeberda. Piştre deng ji wan derneket û min jî ew mesele jibîr kir. Lê ez di dawiya salê de dîsa hatim vexwendin bo Enqerê. Min xebata li TRT 6ê wek karmend, nepejirand. Îcar xwestin ku ez beşdarê bernameya ”Ziman û Wêje” ya li Diyarbekirê bibim. Di eynî demê de Firat Cewerî jî beşdarî bernameya ”Em û Dem”ê ya studyoya Stenbolê bûye.
Ew gotina qeymeqamê Batmanê Hayrullah Yildiz ku di 1981ê de, dema min bi kurdî xeberdida, gotibû min: ”Eşşekçe konuşma” hêj li bîra min bû. Min teklîfa bernama Ziman û Wêje qebûl kir. Em di vê bernamê de sê kes in. Ez, Prof. Dr. Qedrî Yildirim û Doç Ebdurehman Adak. Em bernameyên xwe wek pakêt çêdikin û her hefte roja şemiyê bi saeta Tirkiyê 23.05 tê weşandin. Heta niha ev bername li ser klasîkên kurdî hatine çêkirin.
Di meha sibata 2011an de, revdeyeke TRT 6ê hatibû Stockholmê. Rêvebirên TRT 6ê rêzdar Fethullah Kirşan ji min daxwaz kir ku ez di mehê de carek werim Enqerê û sê roj dersa kurdî jî bidim karmendên televizyonê.
Roja 28ê Sibata 2011an ku rojeke mêjûyî ye, min li navenda giştî ya TRT, dest bi dana dersên kurdî kir. Ev ders hin caran di mehê de sê roj û hin caran şeş roj didomînin. Berî min Prof. Dr Qedrî Yildirim ders didan. Lê niha wî ji ber karê xwe yê zêde, dest ji dana dersan berdaye.
RK: TRT 6 di destpêkê de di bikaranîna zimanê kurdî de, ne gelek baş bû. Lê niha mirov bala xwe didê baştir bûye û kurdiyek paqij bi kar tînin. Gelo çi yekê bondora xwe li vê kiriye?
ZZ: Bêguman her kar di destpêkê de, lewaz û kulek dimeşe. Lê belê TRT 6, çendî ku ne televizyona Kurdan e, lê êdî xwe kanaleke kurdî dihesibîne. Herweha pir guh dide rexne û daxwazanên Kurdan, di nava lêgerîkeneke mezin de ye ka dê çewa karibe zimanekî paqij û zelal bi kar bîne. Hem rêvebirê wê rizdar Fethulah Kirşan, hem cîgirê wî rêzdar Sedat û hemû berpirsên beşên wê yên cuda, bi kurdiyeke paqij dipeyivin.
Her ku diçe, ev kursên zimanê Kurdî, tîna xwe rind li karmendên televizyonê dikin û kurdiya zelaltir û paqijtir dibe. Ez li wirê bin, ne li wirê bin, ji bo ku kurdiyeke paqij bi wan bidim fêrkirin, hemû derfet û delîveyên xwe bi kar tînim. Pirê caran pirs bi telefon û e-mailan ji min re tên, bê ku sûdeke aborî bidim berçav, bersiva wan didim.
RK: We çewa û bi çi projeyê dest pê kir ku dersa zimanê kurdî di TRT6-ê de bidin?
ZZ: Di vî warî de projeyeke min a taybet bi TRT 6ê re tune. Tenê peymaneke min û wê ya demî heye. Çi dema ku ew ihtiyac dibînin, bangê min dikin û ez diçim Enqerê, dersên kurdî didim karmendan. Min heta niha du car azmûn di nava wan de çêkiriye. Kîjan, ka çi qeder bi kurdî dizane, li wê gorê qurs hatine amadekirin. Hinek kurs ji 7-15 kesan pêk tê. Hinek ji 15-27-30 kesî. Lê ew karmendên ku di bernameyên zindî de kar dikin, hem berpirsyariya wan zêde ye û hem jî ya min li pêşberê wan zêde ye. Karê herî zehmet jî ev e.
Dema ez li TRT 6ê gudarî dikim, pirê caran qelem û kaxez didim destên xwe. Xeletî û çewtiyên ku têne kirin dinivîsim, dema ez diçin Enqerê, li ser wan xeletiya radiwestim. Helbet ev hawe tesîreke erênî li ser karmendan dike.
RK: Kî ne yên ku hun wan fêrî zimanê kurdî dikin?
ZZ: Karmendên TRT 6ê, ne ku fêrê kurdî dikim, jixwe ew tev bi kurdî dizanin, hinek ji wan kurdiyeke zanist jî dizanin. Li TRT 6ê, 95 karmendên Kurd hene. Lê li dora 1015 kesên ne Kurd jî hene, bi piranî ev di karê teknîkî de kar dikin. Di van demên dawîn de TRTê gelek karmendên nû wergirtin kar. Ji van karmendan, 20 kesî dane kanala kurdî. Ev 20 cuwan, di kurdî de zehmet dikişînin. Dersên ku ez didim, bi piranî ev xalên li jêrê ne:
1- Dewlemendiya Zimanê Kurdî
2- Saziyên Parastina Zimanê Kurdî
3- Di Zimanê Kurdî de Bikaranîna Daçekan
4- Di Zimanê Kurdî de Zayenda Peyvan
5- Di Zimanê Kurdî de Tewandina Peyvan
6- Di Kurdê de Peyvên ku ji Peyvan Çêdibin
7- Peyvên Dijber ku Bi Herv re Têne Gotin
8- Li gor Toreya Kurdî, Tewrên Axaftinê
9- Axaftin û Nivîsandin
10- Usluba Axaftina Bi Kurdî
11- Di Zaravayê Kurmancî de, Awayê Jimartinê
12- Gotin û dîtin
13- Ziman û alfabe
14- Cudatiya Ziman ji Siyasetê, ol û ayînê
15- Dewlemendiya Folklora Kurdî
16- Dewlemendiya Çîrokên Folklorî
17- Sûda Xwendina Çîrokên Folklorî
18- Bingeha Çîroka Folklorî
19- Nexşeya Çîroka Kurdî
20- Di Çîrok û Stiranên Folklorî de Mêjû
21- Di Çîrok û Stiranên Folklorî de, Cil û Bergên Kurdî
22- Folklora nû
23- Destanên Kurdî
24- Medreseya Kurdî û Şaxên Zanistiya Wê
25- Klasîkên Kurdî û Bingeha Wan
26- Berhemên Klasîk
RK: Hun TRT 6-ê çewa dinirxînin û çi bandora vê kanalê li ser civaka Kurd heye? Gelo wê zererek vê kanalê li ser kurdan di derbarê civakî de çêbibe yan ne?
ZZ: Ev kanala televizyonê ya Tirkiyê ku bi navê TRT 6, 24 saet weşana kurdî dike, derfeteke pir mezin e ji bo Kurdan, herweha ez dikarim bêjim ku Şoreşeke pir mezin lidar ketiye. Lewra di vê sedsala bihurî de, Kurd pêrgê karesatên pir mezin bûne; hovîtî, wehşet û bilêckirin û cîhêlkirinên kesnedîtî dîtine. Ji xeyn înkar û heşifandinê, Kemalîzmê hemû heyînên Kurdan ên pîroz bi wan dane jibîrkirin.
Lê niha bi vê kana televizyonê, heşt milyon Kurdên ku xwe bi temamî wenda kiribûn, ji xewa mirinê hişyar bûne û bizaveke nijadî ew hingavtiye. Herweha bi milyonan kurdên ku di brokrasiya Tirkiyê de karên girîng dikin, êdî bê tirs û bê fedî bi kurdî dipeyivin. Herweha bi milyonan kesên Tirk dibêjin: ”…madem zimanê kurdî hebû û Kurd hebûn, çima dewletê ew inkar dikir?”
Ev kanala televizyonê, ne li ser daxwaza Kurdan vebûye. Dewletê yan jî Hikûmetê bi xwe ev kanal vekiriye.
Ez bi xwe zerereke vê kanalê li ser Kurdan, di derbarê civakî de ku çêbike nabînim. Hemû nijadperestên Tirk dibêjin ku ev kanal ”Kurdan ber bi netewîbûnê ve dibe.” Başe nexwe em Kurd jî eger li dij vê kanalê derkevin, ferq di navbera me û nijadperestên Tirk de namîne.
Hin mesele hene, hêj Kurdên Bakûr rind pê nizanin. Niha 26 xalên Zagona Bingehîn a Tirkiyê, li dij Kurd û Kurdistanê hene. Heta ew ji holê ranebin, heta ku zagoneke berfireh a demokrat ku mafê Kurdan jî wek yê Tirkan nexe binê garantiyê, li Tirkiyê Kurd di warê fermî de nikarin bibin xwediyê çu tiştî.
RK: Birêz Zenelabidin Zinarem spas ji bo van agahdariyên ku te dan?
ZZ: Ez jî bo we û Rojeva Kurd spas dikim û serkeftin ji we re dixwazim.
Birêz Zenelabidin Zinar, mamosteyê hêja, kerema xwe eger e-nameya xwe bi min bidî zanîn, ez ê spasdarê te bim û dixwazim li ser hin xalên zimanî/rêzimanî hin pêşniyaran bidim .\[email protected]\n\n gelekî spas