Civak

APHK: Divê Kerkûk aram be

Daxuyaniya Ajansa parastina Kurdistanê:
 
Mixabin dîsan di roja 19/05/2011 de destên qirêj ên terorê bajarê Kerkûkê xwînbar kir û di sê teqînên terorîstî yên cuda de çend efser û karmendên asayîşê û polîs û çend hevwelatîyên sivîl şehîd û birîndar bûn û rewşeka necihgir bi ser vî bajarî de hat.
 
Em evan kirdarên terorîstî riswa û şermizar dikin û serxweşîyên xwe jî pêşkêşî malbatên şehîdan dikin û ji xwedayê mezin daxwaz dikin ku şehîdan bi beheşta xwe ya fireh şad bike û hêvîya zûtir başbûnê ji birîndaran re   dixwazin.
 
Mixabin ew çend car in, ku êrişên weha li Kerkûkê dûbare dibin û ev jî ewê çendê dide nîşandan, ku di rêkarên ewlehîyê yên vî bajarî de kêmasî û kelên hene û nakokî û egerên siyasî jî li berdem ji navbirina ewan kêmasîyan rêgir bûne. ji ber wê çendê em daxwaz dikin bi alîkarî û hemahengî ya navbera hukûmeta herêma Kurdistanê, hukûmeta Iraqa federal û rêvebirîya parêzgeha Kerkûkê baştir bibe. Da ku bi zûtirîn dem rêkarên pêdivê li hember ewan arîşeyan bihên bi kar anîn, ewên ku bi awayekî negatîv bandorê bi ser rewşa asayişa Kekûka xweştevî de didanên.
 
Di vê çarçoweyê jî de, em daxwaz dikin ku di demekê pir nêzîk de alîyên peywendîdarên asayişê û ewlehîya Kerkûkê kom bibin, da ku bi lezgînî pêngavên pêdivê yên pêşgirtinê bihavêjin û rê ji zêdebûn û berfirehbûna bêtir a rewşa necihgir a rewşa ewlehîya evê bajarê bigirin û da ku êdî hevwelatî nebin qurbanî.
 
Herwsia em daxwaz ê ji hemû hevwelatîyên xweştevî yên Kerkûkê dikin, ku di ber cihgirîya aramî û asayişa bajarê xwe de bêtir alîkarîya dezgehên ewlehîyê yên bajarê xwe bidin û zaniyarîyan bidin evan dezgehan û beşdarîyê di vegerandina asayişê û aramîyê ji bo bajarê xwe Kerkûkê bikin.
 
 
AJANSA PARASTINA HERÊMA KURDISTANÊ
 
19/05/2011

Back to top button