Civak

Li Sûriyê Îna Azadiyê bi xwîn derbas bû

Doh roja Înê, Îna azadiyê, li seranserê bajarên Sûrî piştî mêja  înê xelk daketin kolanan û rejima Sûrî û kiryarên wê protesto kirn. Bersiva hêzên asayişê cardin li himber xelkên aşitîxwaz tund bû.  Di encama xwepêşandanan de, hêzên ewlehiya Sûrî û leşkeran herî kêm 34 kes kuştin. Wek caran hêjmara birîndara nayê zanîn.

Gelek kes doh piştî xwepêşandana ji Idlibê berê xwe dan Tirkiye da ku derbas bibin. Di nav wan de gelek birîndar hebûn. Li tixûb Tirka tenê rê da birîndaran ku derbas bibin. Heta niha gelek kes ji Sûrî reviyane û çûne welatên cîran.

Doh bajarên Kurdistana Sûrî jî xwepêşandan hebûn. Di xwepêşandana li Qamîşlo bi du cihan destpêkir. Beşek mezin ji xwepêşandanan daxwaza ruxandina rejima Sûrî dikir û herweha hinek diruşme jî li dijî helwesta partiyên siyasî yên kurd hatibûn rakirin. Li bajarên Kurdistana Sûrî taybetî li Qamîşlo însîyatifa gencên kurd , tu partiyekî ve ne girêdayine û bi rêya Facebookê di nav xwe de diyalogê pêktînin. Di van xwe pêşandanan de gruba herî aktif ev însiyatifa gencane.

Back to top button