Civak

Parêzerê kurd Hisenê Sado çû ser dilovaniya xwe

Kak Hissên, ji Kurden Rojava (Binxetê) xelkê gunde Çeteleyê ji eşîra Neccaran bû. Zewicî û bavê du zarokan bû.

Hisênê Sado xwendina xwê ya serekê li Kurdistanê kiribû û paşê jî li Zanîngêha Şamê hiqûq xwendibû.

Ew, her çend li Kurdistanê çêbûbû jî, hemwelatiya wî ya Sûriyê tunebû. Ji bêr ve yekê, wî nikarîbu wek Parezêr (Avukat) li Sûrîyê kar bikiraya.

Ji bêr sedemên sîyasî ew di salên 1980’î de hat Fransayê. Li vira li zanîngeha Sorbonê di bêşê hiqûqê da xwendina bilind tev kir û bû Parezer.

Kak Hisên yekem Parezerê kurd yê Parîsê bû.

Ew ji binê malêkê şeş bira û xwuşkekê ye. Piranîya birayen wî li Fransayê dîjîn. Dê û bavên xwedê jê razî li Kurdistanê dijîn.

Em, wek birader û hemwelatiyen wî û wek Parezeren Kurd li Fransayê, sersaxiyê li zar û binemala Kak Hisên (Alain) Sado û li gelê kurd re dikin.

Serê Kurdên Fransayê sax be.

Kak Hisên, kurdekî welatparez bû ku jê dihat hezkirin û di nav Kurden Ewropayê de xwedî xizmet û xwêdî nav bû.

Kak Hisên dê li Kurditanê bê veşartin.

Ciyê wî bihişt be û axa Kurdistanê lê pîroz be.

Kamûran JI KÎKAN    

SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ YEKÎTIYA PARÊZERÊN KURD ÊN FRANSAYÊ

Back to top button