Polîtîk

Bayram Bozyel: Yekîtiya gelê Kurd dê pêşerojê biguherîne

Diyarbekir: Serokê giştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel û serokê koma diyalogê ya Dîcle-Firatê Muhîttîn Batmanli, diyar kirin ku di navbera kurdên Tirkiye, Iraq, Îran û Suriyê de koordinasyoneke lezgîn pêwist e û gotin: “Yekîtiya kurdan û çareseriya pirsa kurd bi konferansa neteweyî ya kurd mimkun e.”
Di demê dawî de polîtîkayên înkar, îmha, tasfiyekirin û jinav birinê li dijî gelê kurd û saziyên kurd her diçe zêde dibe. Bi taybetî di çarçoveyên van polîtîkayan de li aliyekî operasyonên leşkerî û siyasî zêde dibin, li aliyê din daxwazên gelê kurd jî zêde dibin. Di vê pêvajoya ku êrîşên dijî ziman, nasname û çanda kurd zêde dibin, Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê pêş ket. Herwiha bi yekîtiya BDP, HAKPAR û KADEPê tifaqa hilbijartinê pêk hat. Serokê giştî yê HAKPARê Bayram Bozyel û serokê koma diyalogê ya Dîcle-Firatê Muhittin Batmanli li ser xebatên hilbijartinê û yekîtiya gelê kurd nerînên xwe anîn ziman.

‘Yekîtiya gelê Kurd dê pêşerojê biguherîne’

Serokê giştî yê HAKPARê Bayram Bozyel, li ser çareseriya pirsa kurd nerînên xwe diyar kirin û got:
– Ji salên 1920an heta niha gelê kurd tê înkarkirin. Lê di vê pêvajoyê de êdî kurd tên qebûlkirin. Ev bi têkoşîna gelê kurd pêş ket. Ger kurd di nava xwe de yekîtî û tifaqeke xurt û demdirêj ava bikin, dê pêşeroja Tirkiyê û Rojhilata Navîn biguherînin.

‘Me ji bo yekîtiya Kurd piştgirî da bilokê’

Bozyel, da zanîn ku beriya konferansa 12ê Îlona 2010an 3 partî hatin cem hev û mekanîzma ku ji 6 kesan pêk dihat ava kirin. Bozyel, daxwiyand ku ji ber ezmûnên kêm heta niha konferans pêk neanîne û wiha axivî:

– Em hevîdar in ku ev hilbijartin ji bo yekîtî, tifaq û tevgera gelê kurd bibe wesîleyek. Mixabin ji bo tifaqa blokê dîsa em negihiştin encamekê. Ji ber vê yekê em wek HAKPARê neketin nava blokê. Lê em dîsa ji bo tifaq û yekîtiya gelê kurd piştgiriyê didin blokê. Me wek BDP, HAKPAR û KADEPê di 4ê Gulanê de daxuyaniyek hevbeş dabû. Me 7 xalên yekîtiyê anîbûn ziman. Ji bo me tiştê herî girîng yekîtî û tifaqa gelê Kurd e.
Bozyel, destnîşan kir ku dema ew li hev kom bûn bi armanca rêveberiya gelê kurd a herêmî, perwerdeya zimanê dayikê, mafê rêxistinbûnê, efûya giştî, azadkirina girtiyên siyasî, rakirina benda hilbijartinê û naskirina sitatuya gelê kurd pêş bixin hatin cem hev. Bozyel, da zanîn ku ji bo yekîtiya kurd bê ava bikin biryara pêkanîna konferansê jî dane.

Serokê giştî yê HAKPARê Bayram Bozyel, daxwiyand ku armanca wan a vê mekanîzmayê avakirina yekîtiya gelê kurd e û di pêşerojê de jî pêkanîna parlamentoya Kurdistanê ye û wiha axifî:

– Ev mekanizma ji bo pêşerojê parlamento, kongre, enî ango konferansekê ava bike ava bûye. Êdî kurd bûne xwedî zanebûn û ezmûn. Mînaka vê yekê KCD û TevKurd e. Heta 1999ê li derveyê welat PKK, PSK û hemû saziyên kurdan yekîtiyek hebû. Divê piştî hilbijartinê bi beşdariya hemû partî, sazî û dezgehên gelê kurd konferansek neteweyî bê lidarxistin. Divê kurd bi vê konferansa neteweyî yekîtiya xwe îlan bikin û pêşengiyê ji Tirkiye û Rojhilata Navîn re bikin.

Bozyel, diyar kir ku li çar perçeyên Kurdistanê aliyên xweser hene, lê pirsgirêka hemûyan a neteweyî yek e û divê di vê konferansê de çareser bikin:
– Lewra pêdivî bi koordînasyonekê heye. Em ê bi vê koordînasyonê her çar perçeyan li hev kom bikin. Ger kurd di nav xwe de yekîtiyekê û tifaqekê ava bikin, dê hemû pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn çareser bikin.

‘Ji bilî yekîtiya Kurd şensê me tune’

Serokê koma diyalogê ya Dîcle-Firatê Muhîttîn Batmanli jî ragehand ku piştgiriyê didin tifaq û bloke û got:
– Xwezî beriya niha yekitî hatiba avakirin. Divê hemû sazî, dezgeh, komele û rêxistinên gelê kurd di bin baneyekê de bên cem hev û di nava yekîtiyekê de têkoşîna neteweyî bimeşînin. Divê ev blok û yekîtî piştî hilbijartinê jî bidomin. Ji ber ku ji bilî yekîtiya neteweyî şensa me tune. Pişti hilbijartinê em dê beşdarî konferansa neteweyî bibin û piştgiriyê bidin hemû kom û tifaqên Kurdan. (Rûdaw)

Back to top button