Polîtîk

Çima Tunis û Misir? Çima weke Başûrê Sudanê nebîn?

Selahedîn: Duhî pênçşemiyê 19.05.2011ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwaziya nûnerên Grupa Parastina Aştiyê ku, ji komek jinên ser bi îdeolojî û bîr û ramanên cûda pêkhatibûn, kir.

Di hevdîtinê de, nûnerên Grupa Parastina Aştiyê bi kurtî, ji serok Barzanî re behsa  çawaniya damezrandin û kar û çalakiyên grupê kir û ragihandin ku mebesta damezrandina vê grupê ji bo wê yekê bû ku wekî jin ew jî roleke xwe ya bi bandor di dirustkirina bingehek ji bo encamdana guftûgoya di navbera hizbên desthilat û opozisyonê  de hebe.
Şandeya Grupa Parastina Aştiyê  peyama dawiyê a serok Barzanî ku pêşkêşî hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê kir bû û daxaz ji wan kir bû ku bê şert lihev bicivin, bilind nirxand.

Grupa Parastina Aştiyê  balkişand li ser wan serdanên ku  grupa wan digel aliyên siyasî kirine. Her wiha ragihand ku di wan hemû serdanan da, wan hest bi wê yekê kiriye ku hemû aliyên siyasî ji desthilat û opozisyonê ji bo diyalogê û bidawîanîna rewşa aloza herêma Kurdistanê, amade ne.
 Grupa Parastina Aştiyê  got ku wan projeyên çaksaziyê yê hemû aliyan di yek  projeyê têr û tije de komkirine û di van du sê rojan da radestî serok Barzanî dikin.

Grup nav borî got ku wan nameyek ji hemû aliyên siyasî û mediyayê re şandiye û di nameyê de daxaz ji wan kiriye ku  êrîşên ragehandinê bo ser hev rawestînin û hemû bi hevre ji bo pêkanîna aqrekî xweş ji bo diyalogê bixebitin. Şandeya mêvan daxaz ji serok Barzanî kir ku jin jî di danûstandinan de beşdar bin.

Serok Barzanî di axavtina xwe de got:
–  Raste bîr û nêrînên cûda li nav gelê Kurdistanê da hene, lê belê rewşa me ewqas nazike ku nedibû bigihe vê radeyê. Min li tu peyameke xwe da alîgiriya desthilatê nekiriye, em birayê hevdûne û em hemû xelkê vî welatî ne. Aliyên hevrik mafê xwe heye daxwaza desthilatê bike lê belê divê di çarçoveya yasa û şer’iyetê da be.  Nabe tu alî,  desthilat be yan opozisyon, ji bo diyalogl şertên pêşwext deyne.
– Ez yek pirsiyar dikim: Gelo rewşa Kurdistanê bi wî awayî ye ku em ewqas bê minet bin? Ji bo çi divê wekî Tunis û Misir bîn? Ji bo çi wekî Başûrê Sudan nebîn?

– Ez gelek kêfxweş im ku jin vê rola girin ji aşitiyê diliz in. Jinên Kurdistanê di hemû dem û wextan de roleke erekî lîstiye. Eger jinên qehreman jî nebûna em jî niha  xwedî van hemû qehremanan nedibûn.
– Sipas ji bo Xweda ku rewş negihiştiye haleta binbestiyê. Ji bo wê yekê min hêviyeke mezin bi hemû aliyan heye ku bi giyanekî neteweyî û liberçavgirtina berjewendiya bilinda gelê Kurdistanê rewşê normal bikin

Back to top button