Elçî bi tundî Erdogan û Ak Partî rexne kir. Berendamê serbixwe yê  ku BDP pişgiriyê dike, Şerefetîn Elçî doh li Diyarbekirê li devera Yanîşehîr bi minasebeta vekirina lokalên hilbijartinê axavtinek kir. Elçî di axvtina xwe de gelek tund bû û Erdogan şiband Sedam Huseyin û Şahê Îranê.

Elçî di axavtina xwe de got , dê dawiya Erdogan jî wek ya Sadam be.

Elçî di axavtina xwe de got : Di dema hukumeta Ak Partiyê de cenazeyên zarokên kurdan tên. Cardi di dema hukumeta Ak Partiyê de operasyon têne kirin. Bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin girtin. Dixwazin di hilbijartinên 12-ê Hezîranê de me ji derê hilbijartinan bihêlin. Lê emê bi arîkariya gelê xwe li himber van kiryaran zeleyek mezin li AK Partiyê bidin.

Elçî di berdewambûna axavtina xwe de got: Ez dixwazim vê yekê bînim bîra serokwezîr Erdogan, ew kesên wek Dahak, wek şah û wek Sadam zilim li kurdan kirin akîbeta wan kifşe. Hişê xwe bide serê xwe, dê dawiya te wek ya wan lê werê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: