Opozisyonê bersiva banga Barzanî da
Li Gora nûçeya Rudaw, Doh hersê aliyên opozîsyonê li Silêmanî civiyan û amadebûna xwe ligel projeya 22 xalî ji bo civîna pênc qolî nîşan dan.
Doh hersê aliyên opozîsyonê (Tevgera Goran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê) li ser peyama Mesûd Barzanî li Navenda Serekî ya Tevgera Goran a li Silêmanî civiyan. Piştî civînê, aliyên opozîsyonê di civînek çapemeniyê de amadebûna xwe ji bo guftûgoyên taybet girêdayî çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê anîn ziman û peyama Barzanî erênî wesif kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sêşema borî (17.05.2011) daxwaz ji hemû aliyên siyasî kir ku vegerin ser mêzeya guftûgo û diyalogên bê şert û merc, hest bi dîtina berpirsyartiya dîroka xwe bikin.
Doh aliyên opozîsyonê di daxûyaniyekê de amadebûna xwe ji bo civîna pênc alî diyar kirin û bal kişandin ser peyama Serokê Herêmê ya vexwendina aliyên opozîsyonê ji bo dîtina çareseriyek bo pirsgirêkên herêmê û gotin: “em wekî aliyên opozîsyonê bi projeyên xwe ve amadebûna xwe ji bo tevlîbûna guftûgoyên çaverênekirî tênîn ziman.”