Polîtîk

PYD nahêle Kurdên Rojava vegerin mala xwe

Xortê bi navê Hesen Temmê ku di navê wê komê de bû, ji Rûdawê re ragihand ku di despêkê de ji wan re hat gotin ku divê herin Kampa Bacid Kendal da ku îqame û formên xwe radestî berpirsên wir bikin û piştî ku form û îqameyên piraniya wan ji wan hat standin ji wan re hat gotin ku ew nikarin derbas bibin.

Hesen Temmê, diyar kir ku piştî ku birêbeviriya pêwendiyan li deriyê sînorî yê Pêşxabûrê ji wan re got ku ew nikarin derbasî Rojava bibin ji ber ku PYDê nahêle, wan berê xwe dan rêbenda Sihêle lê pêşmergeyan jî ji wan re gotin ku ew nikarin wan derbas bikin.

Hesen Temmê da zanîn ku ew kesên ku îqame û formên wan ji wan hat standin hêj li wir mane û gellekî nerazî ne ji ber ku nema êdî dikarin vegerin Hewlêrê û deverên din ên ku jê derbas bibûn, îqameyê dixwaze.

Ji aliyê xwe ve birêvebirê deriyê Pêşxabûr Şewket Berbiharî, ji Rûdawê re ragihand ku ew pirsgirêk ne ji cem wan e lê PYD nahêle ku xelkê Rojavayê Kurdistanê yên belengaz vegerin malên xwe.

Tê zanîn ku deriyê Sêmalka ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve girtî ye ji ber ku karmendên wê ji ber kolandina xendeka navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê girev girtine.

Back to top button