PYD di nav çewtiyeke mezin de ye

Ger PYD bi mantiqa ku hemû hêzên xeynî xwe tasfiya bike wê hikmê li baûrê rojavayê Kurdistanê bike tevdigere, di nav çewtiyeke mezin de ye.
Ew bingeha PYDê ya dîplomatîk, aborî, leşkerî û siyasî tuneye ku bi tena serê xwe hikmî baûrê rojavayê Kurdistanê bike.

Sedema herî mezin a bi dezenformasyonan êrişkirina wan a rêvebiriya baûrê Kurdistanê ew e ku hêzên statukoperest ên herêmê destkeftiyên netewî yên Kurdan hezim nakin û PYD jî polîtîkayên xwe di bin tesîra wan hêzan de bi rê ve dibe.
Ger di paşerojê de ev kampanyaya xerab kirinê ku li ser medyayê li baûrê Kurdistanê dibe ber bi pevûnên leşkerî ve biguhere, berpirsyarên wî ew kesane ku li hember PYD û polîtîkayên wî yên şaş li çepika dixin an bê deng dimînin.

Di demeke ku li herêmê ew qas rûdan ê dibin, Kurdên xwedî wicdan, hekaretên kesên ku di bin tesîra propagandaya qirêj a medyaya PYD dimeîne dimînin û ji xwe re dibêjin em rewşenbîr in, muhalîf in ku li Serok Barzanî dikin wê tu carî ji bîr nekin.
Di nav demê de em bûn şahid, kesên ku di wextê xwe de hekaretan li Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî dikirin, dûre çawa wî bi pesindayinê derdixistin ezmana.

Em îro careke din dibin govanên wê rewê ku peyva “Dîrok ji ducareyan pêk tê” careke din rast derdikeve. Ew kesên ku Serok Barzanî bi tohmetên neheq rexne dikin, divê tiştekî i bîr nekin. Dibe ku hun di bin bandora hin kesan mabin lê di şexsê Serok Barzanî de tiştê ku hun êriş dikin û biûk dixin;  di eslê xwe de destkeftiyên netewî yên Kurdan e û hun bi vê helwesta xwe herî zêde desthilatdarê ku Kurdistanê dagir kirine dilşad dikin.
Ez li vê derê dixwazim ji we re bibîrxistinek girîng bikim, ji kerema xwe re gotinên min nşe bigirin.

Ger hun difikirin ku ewê PYD bi tena serê xwe hukmê li baûrê rojavayê Kurdistanê bike, hun di nav çewtiyeke mezin de ne. Ji ber ku ev tişt wê tu carî Ê NEBE. Li baûrê rojavayê Kurdistanê partiyên cuda jî hene û bingeha wan a civakî hene. Wek ku kesên baûrê rojavayê Kurdistanê nas dikin jî dizanin, şikleke rêvebiriyê ku vê bingehê temsîl neke ne mimkun e ku hebûna xwe bidomîne.

Serhat Mêrdînî

Nerîna min :