Nivîsar

PDK-S û pêvajoyek nû

Piştî gotubêjên dirêj li Kurdistana Rojava 4 partî bûn yek û Partiya Demokrata Kurdistan a Suriye damezirandin.Dema biryara yekitiya siyasî hatî standin heta ku kongreyê yekitiyê hate kirin di pêvajoyek gelek taybet de gotubêj dihatin kirin.

Niha jî kongre pêkhat û desthilatdariyek nû ya partiyê hate hilbijartin. Her çikas piraniya wan kesen ku di kevin desthilatdariya partiyên xwe de bûn jî bi çend kesayetên nû li desthilatdariyê hatiye zêdekirin.

Niha dê rewşa PDK-S li Rojavayê Kurdistanê çewebe, dê ev partî bikaribe bibe bersiva gelên li Kurdistana Rojava dê dema pêşiya me de bê dîtin.

PDK-S kongreyê xwe li Başûrê Kurdistanê pêkanî. Di destpêka kongreyê de endamên kongreyê taybetî yên ji nava welat hatîn, rexneyên giran li îdara partîyê kirin. Wan dixwestin ku kêmasî di vî kongreyî de muhasebeyek bête kirin. Lê pêknehat. Astengî peyda kirin.

Baş tê zanîn ku serokê Kurdistanê eşkere da xuyakirin ku “ nabê ku kesek tevlî karê PDK-S bibe. Bila ew bi îrada xwe kongreya xwe bikin û biryarên xwe bigrin.“ Lê mixabin cardin hinek kesan  midaxele kir û hindikbê jî astengek li himber endamên kongreyê çêkirin. Heta piştî kongreyê jî ji bo hinek kesan ku  cardin bibin xwedî desthilat kar kirin.

Lê bi midaxeleyekî ev yek hate sekinandin û Meclisa partiyê bi îrada xwe Komiteya Rêvebir û sekreterê partiyê hilbijart.

Gelo ev kêmasî ji bo çi têne kirin. Yan jî dema kêmasî têne kirin ji bo çi li ser nayê sekinandin. Ev jî pirsek din e.

Di rastiya xwe de ev kêmasiyên hinek kes bi nave PDKê dikin dibe sedemê xusarên siyasî yên mezin. Ma ne encama vê xeletiyê bû ku îro li Bakurê Kurdistanê 3 partiyên bi nave PDKê kar dikin hene?

Ev tiştên bi awayekî ez behsê dikim li kolanan di nava xelkê de û taybetî di nava endam û berpirsên partiyên Demokrata Kurdistanê li beşên din gelek tê xeberdan. Lê pêwiste mirov behsa van xeletiyan bike da ku pêşerojê de li ser xeta netewî nebe barek mezin.

Niha PDK-S bi awayekî kongreya xwe kir û desteya nû a rêvebir hilbijart.Pêvajoyek nû ji bo vê partiyê destpêkir. Hêviya me ewe ku ew serbikevin û bigihin armancên xwe. Ji berî niha jî di nivîsekî de min gotubu; dive PDK-S bibe bersiva daxwaziyên gelên Kurdistana Rojava. Ev yek pîvana serkevtinê ye. Ji aliyek din jî ji bo ev yek pêkwerê, dive desthilatdariya partiyê gava yekem bibe bersiva daxwaziyên bingehê xwe.

13.4.2014

Dara Bilek

 

 

Back to top button