Polîtîk

Li Kurdistanê Parka Ahmed Kaya hate vekirin

Li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê Bajarvaniya Silêmaniyê ve “Parka Ahmed Kaya” hate vekirin.

Park li taxa Tû Melik û li beramberê Gundê Almaniye, keça Ahmed Kaya Melis û xanima wî Gultan Kaya beşdarî merasima vekirina Parka Ahmed Kaya bûn. Gultan Kaya li vir axivî got: “Ahmed  Kaya got ‘Ez ê bêm welatê xwe’, îro hate Silêmaniyê. Hêro Îbrahîm Ehmed bû wesîleya hatina wî, ez li vir li ser navê Ahmed Kaya û hemû hezkiriyên wî, sipasiyên xwe pêşkêşî Xanima Hêro û hemû erkdaran dikim.”

Kaya got ku navê Ahmed Kaya dane parkeke Silêmaniyê û ew bi vê gelekî kêfxweş bûne û wiha dewam kir: “Em hemû pê dizanin ku ji ber Ahmed  Kaya xwedî li nasnava xwe ya çandî derket, çi hate serî. Di bîra me ya hevpar de ev heye. Kaya ji xweza û axê pir hez dikir. Ew zarokê ji bajarêkî biçûk bû. Ji bo min jiyandina navê wî pir girîng e. Dê zarok li parkê bilîzin û dîroka hunermendê parkê fêr bibin. Vekirina parkê ji bo min pir bi rûmet e, ez pê pir hestiyar bûm.”

Hêro Îbrahîm Ehmed Xanima Yekema Iraqê û hinek hunermend û gelek welatî beşdarî merasima vekirina Parka Ahmed Kaya bûn.

Back to top button