Hevpeyvîn

İsmail Beşikci: Divê Kurd neteweperwer bin 2

Beşa 2

Nivîskar û Civaknas Ismail Beşikci ku zêdetirê jiyana xwe ji ber xebat û lêkolînên li ser kêşeya Kurd li girtîxaneyên Tirkiyê de li ser bir, hevpeyvîneke taybetî li gel tora medyayî BBC ya beşa Tirkî kiriye û têda kêşeya Kurd, bi kêşeya ax û kêşeya dewletê da zanîn.

Îro li Yekîtiya Ewrupa de ku 27 endamên wê hene, welatên wekî Luksemburg, Malta, Qibris nifusa wan dewletan nêzîkî nîv mîlyone. Dema mirov temaşa Rojhilata Navîn dike nifusa Kurdan ji 40 Milyonan zêdetire, lê belê çima statuyeke Kurdan tûneye? Li Konseya Ewrupa jî ku 47 endamên wê hene, welatên wekî San Marino, Monaco, Liechtenstein, Andorra çar dewletên cûda ne lê statuyeke Kurdan tûneye. Lê belê dema ku teror tê gotin navê Kurdan derbas dibe. Nîzama navdewletî nîzameke dijî Kurdane.

Li Londonê herî dawî sala 2012 an de Olimpiyat hatin çêkirin. Ew Kurdên ku xwedî wê nifusa zêde li nava malbata navdewletiya cîhanê de bêpare. Avustralya, Zelanda Nû û li navbera wan de dewletên bi navê Tavalu, Vanuatu heye. Nifusa yekî 10.000 û ya yê din jî 15.000 e. Her wiha ev dewlet endamê Neteweyên Yekgirtî ne.

Her wiha Beşikci dide zanîn ku heta roja îro jî nîzama navdewletî dijî neteweya Kurde.

Her wiha Beşikci li ser pirsa rojnamevan ya ku (Gelo hun siyaseta Amerika ya li Rojhilata Navîn jî dijî Kurdan dibînin?) Beşikci wiha bersîvê da:

Amerika li sala 2003 an de xwe tevlî Iraqê kir, di encama wê tevlîbûnê rejîma Saddam Husên rûxa. Li Başûrê Kurdistanê pêşiya Kurdan vebû. Kurdan li Başûrê Kurdistanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezrandin. Eve statuyeke. Ez bawerim ev yek dê bandorê li ser Bakûr, Rojava û Rojhilat jî bike. Di tevlîbûna Amerika ya sala 2003 an de li Iraqê valahiyek pêkhat. Kurd ji vê valahiyê sûd wergirtin û li Başûr Kurdan Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezrandin.

Desthilata Erbilê ne desthilateke dewleteke neteweyiye. Beşikci di derbarê serxwebûna Başûrê Kurdistanê de dibêje:

Ewder ne tevahiya Başûrê Kurdistanê ye, hê jî hinek ax hene ku pêwîste vegerin ser Kurdistanê. Kurd xwe bi xwe rêvedibin. Artêşa wan û parlementoya wan heye, dibistanên wan û zanîngehên wan heye. Lê helbet serxwebûn jî ji wan gelek girînge.

Beşikci rexne li ser projeya xweseriya demokratika BDP girt û got:

Ji bo çareseriya kêşeya Kurd pêwîste statuyeke Kurdan hebe, Kurd bi xwe bibin xwediyê biryara paşaroja xwe, helbet divê Kurd di zimanê dayikê de perwerdehiya xwe bikin.

Gelo projeya xweseriya demokratika BDP van daxwazan bi cîh tîne? Beşikcî dibêje: Nexêr. Eger nekaribe bibe dewleteke neteweyî, herî kêm divê çareseriyeke federasyonî pêkbê û Beşikci dibêje:

Nexêr, daxwazên wan bi cîh nayne. Divê federasyon pêkbê. Divê sînor bêne eşkerekirin ku wan mafê rêvebirina xwe jî hebe. Helbet divê sînor hebe.

Federasyon li gor raya min gelek girînge. Federasyon bûyereke sînorê ye. Em dibêjin divê Kurd xwediyê mafê rêvebirina xwe bin. Ka li kuye? Divê sînorek li wir hebe. Li nav sînoreke diyarkirî de divê xwe bi xwe rêvebibin. Herî kêm divê federasyonek hebe û eve jî gelek girînge.

Herî kêm divê daxwaza federasyonek bikin. Em bibêjin ku li Rojava Kurd heye, li Kurdistanê eger federasyonek çêbibe, mafê Kurdên ku li Rojava ne wê çi bibe, mirov dikare daxwaza mafên wan bike. Eger federasyon çênebe li Rojava jî mafên Kurdan nikarin biparêzin û eve jî zehmete.

Her wiha Beşikci rexne li ser hewldan û têkoşîna Kurdan ya bi navê Demokratikkirina Tirkiye dike û dibêje:

Tu wekî Kurdekî divê tu daxwaza mafên xwe bikî. Kurd divê li vê Herêmê de bibin xwediyê mafê xwe bi xwe rêvebirinê. Eger tu bi xwe bikaribî xwe bi xwe birêvebibî, wê demê mumkune ku Tirkiyê jî bibe welateke demokratik. Lê wekî Kurdekî divê tu nebêjî ez çawa dikarim Tirkiye bikim welatekî demokratik nekevî nava van hewldanan û têkoşînê biki.

Bila em tamaşa tevgerên rizgarîxwaziyên neteweyiyên cîhanê bikin. Wekî mînak Erebên Filistînî dibêjin divê em dewleta Israiliyan demokratik bikin? Li salên 60 an de li Vietnamiyên ku dijî Amerikayê şer dikirin, tu carî Vietnamiyan digotin divê em Amerikayê demokratik bikin? Li têkoşîna Cezairê de, tu carî Cezairiyan gotin divê em dewleta Fransa demokratik bikin? Bi tenê mijulî rizgarkirina dewleta xwe bûn.

Şîroveya HDP: Ez HDP bi nirx û hêja nabînim.

Beşa 3 heye….
Back to top button