Termînala Geştiyariya Hewlêrê hate vekirin

Bi awayeke serdemiyane û bi otobusên modelên nû Termînala Geştiyariya Navdewletiya Hewlêrê hate vekirin.

Nadir Rostî Peyvdarê Desteya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku ev termînala veguhestina giştî ya Hewlêre ku geştiyar û hemwelatiyên li Bakûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê û welatên Îran û Tirkiye û welatên din vediguhezîne Kurdistanê, her wiha bi berevajî ve jî karên xwe dike. 

Her wiha Rostî got: Ev cîh bi awayeke navdewletî hatiye dirustkirîn û hemû pêdivî ji bo wê hatiye dabînkirin û çendîn kompanyayên geştiyarî nivîsîngehên xwe yên taybetî têda vekirine.

Nerîna min :