Amerîka li hember Kurdistanê paşde vekişiya

Hejmarek ji Parlementerên Amerîka doh înê pêşniyarekî pêşkêş kiriye ku navê Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê ji lîsta rêxistinên terorîstiyên Amerîka derbixe û pêşniyar ji aliyê Hikûmeta Barack Obama ve tê piştgirî kirin.

Jhon Mc Cain û Robert Menîndîz Endamên Encûmena Pîrên(Kongres) Amerîka bi niyazin sînorek ji bo wan biryarên ku dema wan li ser çûye deynin ku li sala 2001 an de hatibûn derxistin.

Mc Cain li vî derbarî de got: Dema ewe hatiye ku li muamelekirina li gel Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê rawestîn ku qaşo ew bi navê terorîst hatibûn ragihandin, ji ber ku ew biryar li gel helwesta hevpeymanên me yên Kurdan li hev nagire ku ew hêza aramiyêne li navçeyê da û çendîn sale piştgiriya Amerîka dikin.

Wekî tê zanîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji ber wê sedemê serdana xwe ya li gel Barack Obama Serokê Amerika li Koşka Spî betal kiribû û gotibû heta Amerîka wê şaşiya xwe rast neke ez serdana Amerikayê nakim.

Nerîna min :