Civak

PYD derî girt

Ji roja pêncşemê de deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji aliyê Rojava de girtiye û kes nikare derbas bibe, rêvberê deriyê Sêmalka jî dibêje ku vekirine derî bi rawestandina karên kolandina xendeqa navbera Başûr û Rojava ve girêdayî ye.

Rêveberê deriyê Pêşabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê Şewket Berbuharî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rêveberiya derî li aliyê Rojavayê Kurdistanê ku niha di destê kantona Cizîrê de ye, ji roja pêncşemê saet 1ê piştî nîvro de derî ji aliyê xwe ve girtiye, lê aliyê Başûr derî her vekiriye û nayê girtin.

Bi gotina Berbuharî, zêdetirî 100 hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê li bendê ne derbasî Rojava bibin, lê rêveberên derî li aliyê din rê nadin kes derbas bibe.

Derbarê vê pirsê de rêveberê deriyê Sêmalka li aliyê Rojava Mistefa Ebdilezîz ji Rûdawê re got ku “wan ti biryarek nedaye ku derî bê girtin, lê karmendên ku di rêveberiyê de kar dikin, ji roja pêncşemê piştî nîvro de ketine girevê û kar nakin”.

Ebdilezîz diyar kir ku “gireva karmendên rêveberiya heta ku kolandina xendeqa di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de neyê rawestandin, wê berewam be”.

Xendeqa ku karmendên rêveberiyê ji ber wê ketine girevê, ev çend rojin li aliyê Başûr tê kolandin û tevî ku berpirsên Başûrê Kurdistanê tekîd dikin ku armanca xendeqê ewe ku “rê li ber derbasbûna qaçaxçî û terorîstan bê girtin”, lê berpirsên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku niha li Rojava desthilatdar e, dibêjin “ew xendeq ji bo perçekirinê ye”. Alîgirên wê partiyê jî ev çend rojin xwpêşandanan li ser sînor li dijî kolandina xendeqê li dar dixin.

Rêveberê deriyê Sêmalka tekîd dike ku vekirina derî bi rawestandina kolandina wê xendeqê ve girêdayî ye û heta ev yek pêk neyê karmendên rêveberiyê gireva xwe bi dawî nayênin û karên xwe jî wê destpê nekin.

Deriyê Sêmalka ku di sibata 2012an de ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat vekirin, di destpêka de ji aliyê komîteyên hevbeş yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ve dihat birêvebirin, lê piştî ragihandina xweseriya demokratîk û avakirina hikûmeta kantona Cizîrê ji aliyê PYDê û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve, derî ket bin rêvberiya kantonê. – See more at: http://rudaw.net/kurmanci

Ji roja pêncşemê de deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji aliyê Rojava de girtiye û kes nikare derbas bibe, rêvberê deriyê Sêmalka jî dibêje ku vekirine derî bi rawestandina karên kolandina xendeqa navbera Başûr û Rojava ve girêdayî ye.

Rêveberê deriyê Pêşabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê Şewket Berbuharî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rêveberiya derî li aliyê Rojavayê Kurdistanê ku niha di destê kantona Cizîrê de ye, ji roja pêncşemê saet 1ê piştî nîvro de derî ji aliyê xwe ve girtiye, lê aliyê Başûr derî her vekiriye û nayê girtin.

Bi gotina Berbuharî, zêdetirî 100 hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê li bendê ne derbasî Rojava bibin, lê rêveberên derî li aliyê din rê nadin kes derbas bibe.

Derbarê vê pirsê de rêveberê deriyê Sêmalka li aliyê Rojava Mistefa Ebdilezîz ji Rûdawê re got ku “wan ti biryarek nedaye ku derî bê girtin, lê karmendên ku di rêveberiyê de kar dikin, ji roja pêncşemê piştî nîvro de ketine girevê û kar nakin”.

Ebdilezîz diyar kir ku “gireva karmendên rêveberiya heta ku kolandina xendeqa di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de neyê rawestandin, wê berewam be”.

Xendeqa ku karmendên rêveberiyê ji ber wê ketine girevê, ev çend rojin li aliyê Başûr tê kolandin û tevî ku berpirsên Başûrê Kurdistanê tekîd dikin ku armanca xendeqê ewe ku “rê li ber derbasbûna qaçaxçî û terorîstan bê girtin”, lê berpirsên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku niha li Rojava desthilatdar e, dibêjin “ew xendeq ji bo perçekirinê ye”. Alîgirên wê partiyê jî ev çend rojin xwpêşandanan li ser sînor li dijî kolandina xendeqê li dar dixin.

Rêveberê deriyê Sêmalka tekîd dike ku vekirina derî bi rawestandina kolandina wê xendeqê ve girêdayî ye û heta ev yek pêk neyê karmendên rêveberiyê gireva xwe bi dawî nayênin û karên xwe jî wê destpê nekin.

Deriyê Sêmalka ku di sibata 2012an de ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat vekirin, di destpêka de ji aliyê komîteyên hevbeş yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ve dihat birêvebirin, lê piştî ragihandina xweseriya demokratîk û avakirina hikûmeta kantona Cizîrê ji aliyê PYDê û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve, derî ket bin rêvberiya kantonê.

Back to top button