Nivîsar

PYD bi zorê keçên Rojavayê Kurdistanê çekdar dike

Hat îdîa kirin ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi darê zorê keçên Rojavayê Kurdistanê çekdar dike û wan dibe nav rêzên xwe, hevwelatiyan jî hewara xwe gehandine Qendîlê.

Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar ji Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re got: ‘’PYD bi darê zorê keçên Rojava çekdar dike û wan dibe nav rêzên xwe. Roja 19’ê vê mehê mifrezeyeke çend kesî ya PYD’ê, ku hemûyan dev û rûyên xwe pêçabûn bi ser gundê Rûbarya yê ser bi qezaya Dêrikê de girtin, piştî derxistina tirs û xofê li tevahiya avahiyê, çûn ser mala hevwelatî Sadiq Sebab ku alîgirekî Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê ye, her ji bo sivikayetîkirina bi wê malbatê keçeke malê bi navê Emîna ku 22 salî ye derxistin derve û ew tehdît kirin ku eger neçe nav rêzên PYD’ê dê hemû malbata wê bikıjin û piştre jî wê dihetikînin.’‘

Li gor heman çavkaniyê, piştre di vegerê de herçar aliyên gundê Girkê Selman girtine û keçek bi navê Narîn Ehmeda 19 salî derxistine derve, bi heman awayî ew tehdît kirine û bi darê zorê birine nav hêzên xwe. Çavkaniya BasNewsê wiha axifî: ‘’Hevwelatî ji vê helwêsta PYD’ê gelekî nîgeran in û hinek ji rî spî û navdarên navçeyê nerazîbûna xwe gehandine Qendîlê, ku eger PYD li ser van karên xwe berdewam be û bi darê zorê keç û jinên wan bibe nav rêzên xwe neçar dibin ji bo parastina rûmet û kerameta xwe ji navçeyê derkevin.(Bas)

Back to top button