Civak

Şoreşa Gulanê bersiva plana xiyanetê ya Cezayîr bû

 
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bi minasebeta 38mîn salvegera şoreşa Gulanê peyamek pêşkêşî Raya Giştî ya Kurdistanê kir.

Peyama serokê Kurdistanê:

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Bi minasebeta 38mîn salvegera şoreşa Gulanê germtirîn silav û rêzên xwe pêşkêşî malbeta serbilind yên Şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê dikim.

Di roja 26ê Gulana sala 1976an de bi fermana Barzaniyê nemir şoreşa pêşkeftinxwaz ya Gulanê weke berdewamiya şoreşa mezin ya Eylûlê bo bidest anîna armancên tevgera rizgarîxwaz ya gelê Kurd destpê kir û karwana xebata gelê me berdewam kir.

Şehîdê nemir Îdris Barzanî û serokê Kurdistanê Mesud barzanî di şoreşa Gulanê de

Biryara destpê kirina şoreşê ev rastiya han diyar dike ku gelê Kurd ti carî xwe teslîmî planan nake û hevdem bersivek bû li gor kirina plana neyar û ya Cezayirê û nehêla ku karwana xebata gelê Kurd raweste û bi vê pêngava han ya girîn û dîrokî, xwezî û hêvî û bawer bixwe kirin di nava dilê gelê Kurd de dûbare zindî bûn.

Şoreşa Gulanê bi hevkariya hêzên din û xelkê berxwedêr yê Kurdistanê çendîn destanên qehremanî tomar kir ku di nava dîroka gel me de sengeke wan ya siyasî, netewî û bandoreke mezin û netewî hebû û doza reva ya gelê Kurd di siya wan destanên qehremanane de gehêşte qonaxeke pêşkeftîtir û ev yek jî ji bo neyaran hate îsbatkirin ku ti plan û nexşeyeke şûm nikare dengê reva yê gelê Kurd rawestîne û îradeya gelê Kurd bişkîne.

Îro di demekî de ev şoreşa han ya têjî ji destkeft dikin ku jiber bidest xistina beşeke mezin ji destkeftên vê şoreşê serbilindin. Ev destkeftên han omîd û xwena têkoşerên gelê me bûn, bi xwîna pîroz ya Şehîdan hatin bidest xistin û lewre xwîna Şehîdên me li erdê nemaye, her bi vê minasebeta han tekez li ser domandina xebata xwe dikin daku bikaribin armancên giştî yên gelê xwe bidest bixin.

Pêşmergeyek yê şoreşa Gulanê 1976

Bitaybetî di qonaxa niha de ku rewşa deverê goncavtire û derfeteke mezin ya dîrokî li berdem gelê me deye. Ev derfeta han erkê tevahiya hêzên siyasî yên Kurdistanê girantir dike ku dibe bo parastina ev destkeft û berejwendiyên netewî yên gelê Kurd bi riheke netewî û bi yek helwesteî tev bigerin daku bi vê awayî bikaribin Kurdistanê hîn zêdetir pêş bixin û rê neyî dayîn ku dev ji wan destkeftan were berdan belku bihevre bi awayekî berfire û bihêztir hewl bo bidest xistina destkeftên zêdetir bo gelê xwe bidin.

Lewre lazime gelê Kurd bi tevahiya pêkhatên xwe û aliyên siyasî û olî bi rihê berpirsiyartiya dîrokî ya xwe tev bigerin û bi yek helwest destkeftên heyî biparizin.

Silav ji bo rihê paqêj yê yekem Şehîdê şoreşa Gulanê Seyêd Ebdulah û tevahiya şehîdên şoreşê û tevahiya şehîdên Kurd û Kurdistanê û herwiha silavên taybetî bo malbetên wan yên serbilind jî.

Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî

25.5.2014

Back to top button