Polîtîk

PSK kongreya xwe ya derveyê welat pêkanî


Bona Bîrûrayê

Çend roj berê niha nunerên Komîteyên Partiya Sosyalîst a Kurdistan yên derweyê welat hatin ba hev û Kongra xwe çêkirin. Di Kongra da, behs li ser rewşa siyasiya Tirkiyê û Kurdistana Bakûr û kar û xebatên dema çûyî hat kirin. Her usa Kongre bernameya kar a dehatiyê destnişan kir û biryar da, ku belavoka jêrê pêşkeşê bîrûrayê bike.
Ofîsa Çapemenî ya

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan
PSK: Ji bona Destura Nû, Demokrasî, Guhartin, Azadî û Aşitiyê Destê Xwe Bidine Hev
Hêzên demokrat, çep û welatparêzan, piştgiriya li gavên, ku ji aliyê Partiya Dad û Pêşveçûnê (AK Partî), ji bona demokrasî, çareser kirina pirsa Kurd û di proseya endametiya Yekitiya Ewropa (YE) hatiye avêtin, kirin. Hêzên hanê her usa di rapirsiya guhartina desturê da, ku di 12’ê Îlona sala 2010’an da hatiye kirin, dengê erênî dan û bûne pişikdarê serketina rapirsiyê.

Lê belê Hikumeta AK Partî, bi gor piştgiriya gel, ku di rapirsiyê da nişan dabû, tevnagere. Şuna ku ber bi guhartin û demokrasiyê gavên micîd bavêje, roj bi roj zimanê nasyonalîsmê û dewletê ya resmî bi kar tîne. Halwest û gotina Erdoxan û hevalên wî derbareyê “perwerde bi zimanê Kurdî” û “jiyana duzimanî” nişana vê yêkê ne. Û AK Partî dixwaze dengê xwe di hlbijartina dahatî da zêde bike, lewma halwesta hanê ya ne rast û maqul digre.
Bi gor bîr û hizra Kongra me, halwesta hanê, berê herkesî bona AK Partî zîrarbexş e.

Kongra me banga AK Partî dike, ku di proseya demokrasî, guhartin û YE da pêgîr be, ji bona çareser kirina pirsa Kurd gavên micîd bavêje û ligel terefên kêşeyê bide û bistîne.

Bê guman guhartina qismî ya Desturê di encama rapirsiya 12’ê Îlonê, girîng e. Lê belê ji bona çareser kirina pirsên bingehîn yên Tirkiyê ne bes e. Ji bona çareser kirina pirsên hanê destureka nû pêwîst e û divê destura nû bibe parezvanê gel, ne dewletê. Destura nû, şuna ku mafan, gelên Tirkiyê û mafên wan yên netewî û olî înkar bike, divê bibe desteberê wan.

Bi gor bîr û hizra Kongra me, yekdengiya hêzên Kurdistanî di warê destura nû da gelek girîng e. Kongra me banga hêzên Kurdistanî û aşitixwaz û demokrat û çep dike, ku ji bona destura nu û hevdem destê xwe bidine hevdu.

Proseya hilbijartina dijwar û sext li benda Tirkiyê û Kurdistanê ye. Bê guman gelek asteng li ber hêzên Kurd û zahmetkeşan hene, ku dibine sedema hendê, ku nunerên wan di meclîsê da ci negrin. Lê ligel ve yêkê jî proseya hilbijartin delîveyekî baş û guncav e ji bona nasandin û pêşkeş kirina daxwazên me yên reva û demokratîk. Ji bona vê yêkê jî divê Kurd beşdarê hilbijartinê bibe.

Bi gor bîr û hizra Kongra me rola hilbijartin di proseya demokrasî û damezrandina civateka sîvîl da girîng û mezin e.
Ji bona ku proseya hilbijartinê di riya xwe ya asayî da bimeşe, Kongra me;
Ji dewletê dixwaze dest bi operasyona leşkerî neke;
Ji PKK dixwaze, ku li ser biryara xwe ya agirbesê berdewam be;
Ji partî û rexistinên siyasiyên Kurd dixwaze, ku bi hevra beşdarê hilbijartinê bibin û di proseya hevkariyê da berjewendiya gelê Kurd li ber çav bigrin, ne berjevendiya teng a partî û rexistinên xwe..

Yek ji sutuna nasnameyê netewî ziman e. Dewleta dagirkera Tirk, ku vê rastiyê dizane, asîmîlasyonê kiriye bingeha siyaseta xwe. Rast e, AK Partî di warê zimanê da hinek gavan avêtiye, lê belê siyaseta dewletê ya asîmîle kirina gelan her bedewam e.

Bi gor bîr û hizra Kongra me berxwedan li hember siyaseta asîmîle kirinê pîroz û reva ye. Kongra me banga hêzên siyasî û komel û rêxistinên demokratîk yên Kurdistanê dike, ku bona parastina çand û zimanê Kurdî, bona bi dest xistina mafê perwerde bi zimanê Kurdî destê xwe bidine hevdu, bi hevra kar û xebatê bikin.

Kurdên diyasporayê bi gelek kêşeyên siyasî, çandî, civakî û aboriye ve rû be rû ne. Kar û xebata rêxistinên Kurdên diyasporayê bona çareser kirina pirsên hanê ne bes e. Ji bona çareseriyê divê rêxistinên Kurd bi şiveyê serdemî û pêkve kar bikin.

Kongra me, ku ji hêza Kurdên diyaspora yê rêkxistî agadar e, banga sazî û komelên Kurdên diyaspora dike, ku bona çareser kirina kêşe û alikariya bêtir bo xebata azadiyê, lobiyeka xurt a Kurd pêkbînin.

Çileyê Paşîn a sala 2011
Komîta Derwayê Welat a
PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button