Kultur

"Sedam Kî ye" derket

Romana “Sedam Kî ye” ya bi zimanê îngilîzî ya romannivîsê kurd Mihemed Dosatn hat belavkirin.

Ev roman ku behsa jiyana Sedam Hisên û tawanên wî yên li hember gelên hrêmê bi taybet kurdan dike, li ser asta siyasî bi pileya 3mîn li Ewropayê hate nasandin.

Derbarê romana xwe, Mihemed Dosatn fikir û ramanên xwe bi AKnewsê re parvekirin û wiha got, “Roman bal dikişîne ser jiyan û çawaniya avabûna Sedam ji sala 1961ê heta sala 2003ê ku ew û rejîma wî li Iraqê hilweşiyan û roman bi piranî jî ronahî dixe ser tawanê Sedma li hember xelkê Kurdistanê.”

Dosatn axaftina xwe wiha domand, “Wek romannivîsek ez bêalî li ser Sedam axivî me û rûyê rastî yê wî dîktatorî wek xwe min behsê kiriye.”

Mihemed Dostan di sala 1952ê de li bajarokê Helepçe hatiye dinê, ji sala 1979ê de û heta niha li Ewropayê dijî, gelek romanên wî hatine belavkirin wek “Welatê Sedam” û “Reşebayek li Çiyayên Kurdistanê” bi zimanê îngilîzî, “Cihek li Beheştê” bi zimanê swêdî û danîmarkî, “Wek Ziryanekê” bi zimanê swêdî, romana xwe ya dawî “Sedam Kî ye” di sala 2010ê de bi zimanên almanî û swêdî çapkiriye û piştre bi zimanê îngilîzî belavkiriye.

 

(AKnews)

Balkêş e ?
Close
Back to top button