Cîhan

Amerîka ji Iraqê dernakeve

Li gora nûçeya radiyoya Dicle, belgeyek nehînî (veşartî) daye xuyakirin, ku di meha cehzerana sala 2008-ê de û berî guft û goyên Anapolîs, wezîra derveya hîngê ya Amerîka Kondolîza Rays ji wezîra derveya hîngê ya Israyel Tsîbî Lîvnî re gotiye, ku heta ew li Iraqê bin dê ti gef û êrîş li ser Israîl nebin û ew dê demeka dirêj jî li Iraqê bimînin.

Kondolîza Rays ji Tsîbî Lîvnî re gotiye ku: Niha di Rojhilata navîn de ti gef û êrîş li dijî we nemane. Heta ku hêzên me li Iraqê jî bin, hûn dê parastî bin. Em jî hêzên xwe ji Iraqê dernayêxin û dê ev hêzên han, demeka gelek dirêj li Iraqê bimînin.

Li gora vî jêderî, dema ku Kondolîza Rays ev gotinên xwe pêşkêşî Tsîbî Lîvnî kiriye, serokê berê yê hukûmeta Filistînê Ehmed Qurey û endamê serokatîya Rêxistina Rizgarîya Filistînê Sayib Ureyqat jî amade bûne. Di vê dîdarê de jî hîngê, behsa damezrandina dewleteka Filistînî hatiye kirin.

Back to top button