Polîtîk

Di Ak Partiyê de rûyên nû

Dema hilbijartina nêzîk dibe û hêdî hêdî dê kî di kijan partiyê de bibe berendamê parlementoyê jî tê xeberdan. Li gora medya Tirkî radigihîne parlementerên Ak Partiyê yên heyîn piraniya wan  di hilbijartinan de wek berendam nayên destnîşan kirin.

Ak Partî hewl dide ku hinek navên nû ji bo berendamiya parlementoyê destnîşan bike. Navê parlementerê Kevin Haşim Haşimî  û serokê odeya bazirganî û pişesaziya Diyarbekir Galip Ensarîoglu derbas dibe.

Di vê derbarê de pirs ji Haşim Haşimî hate kirin. Haşimî dibêje: Her dema ku hilbijartin nêzîk dibin nûçeyên bi vî awayî belav dibin.Ez ji xwe çendê salane di nav siyasetê de me , ez ji binî ji siyasetê qut nebûm. Ez ji bo van nûçeyan tiştekî nabîjim. Dema pêşniyarek di vê derbarê de ji min re were ezê hinge li ser bifikirim.

Ensarîoglu jî li ser pirsekî got: Ev nûçeyîn spekulatifin, ne Ak partiyê teklîfik bi vî awayî ji min re aniye û ne min jî daxwaziyek ji Ak Partiyê kiriye. Niha tu daxwaziya min li ser vê yekê tuneye.

Back to top button