Polîtîk

CHP pişgirya rêxistina terorîst dike

Endamê komita rêvebir yê CHP-ê Suhel Batum bi awayek vekirî pişgiriya xwe û partiya xwe ji bo girtiyên doza rêxistina terorîst ya Ergenekonê da diyar kirin. Li Îzmîrê di civînekî de Suheyl Batum di derbarê girtiyên doza Ergenekonê de axavtinek kir. Di axavtina xwe de Batun da xuyakirin ku ji bo ew girtiyên doza Ergenekonê azad bikin dê her rêyekî bi kar bînin.

Di vê derbarê de Batun got: Em ne rêxistinek terorîstin , hukumeta Ak Partiyê bi zanebûn û daxwazîyekî rewşenbîrên kemalist girtine û kirinê zîndanê de. Bi vî awayî naxwazin ji bo desthilatdariya wan tu asteng bimînin. Em nahêlin ew bi keyfa xwe desthlatdariyê bikin û em rê nadin wan. Emê hemi awayî kar bikin ku em rê li ber wan bigirin. Mimkine ku em kemalistên di zindanê de bikin berendamê parlementoyê yan jî em hukumetê biîşînin da ku ew girtî azad bibin. Ji bo parastina girtiyên di zindanê ne yên rewşenbîrên kemalist tişta bê mile me emê bikin.

Back to top button