Îroj

25'ê Rêbendan

25’ê Rêbendan

Di sala 2006’an û di rojekî wekê îroyê de cara yekem Hamas bi serokatiya Îsmaîl Haniye di hilbijartinê de piraniya kursiyên parlamentoya Herêma Otonom a Filistînê bi dest xist.

Hamas rêxistinek çekdarî ya filistîniye û bi bîrdoziya sunî-îslamî ye ku di sala 1987’a de hate damezrandin.

Hamas û rêxistinên girêdayî wê ku ji rêxistina Birayetiya Misilman derketin ortê, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê, DYE û hinek dewletên piranî rojavayî weke rêxistinek terorist tê dîtin. Rêxistina Hamasê bêtir bi êrişên xwê yên xwekuj li dijî dewleta Îsraîlê tê naskirin. Li Herêma Otonom a Filistînê Hamas weke rêxistinek alîkar jî dixebitê.

Rêxistina Hamasê lihevhatinek dudewletî (yanî Îsraîl û Filistîn weke du dewletê serbixwe yên cîran) red dikê. Di çarta (bernameya) partiyê de jinavbirina dewleta Îsraîlê û avakirina dewletek misilman (dewleta xwedê) tê

xwestin. Ji bo vê yekê Hamas herêmên bêrê yên Filistînê ên di navbera Deryaya Navîn û Çemê Yordanê dixwazê.
Hamas di sala 2007’an de Şirîta Xezeyê bi zorê girt bin kontrola xwe û bi vê yekê Herêmên Filistînê bûn du perçe.

Back to top button