Sadr ji ber tirsa mirinê ji Iraqê derket
Hîn çavkaniyên Necefî û Qûmî (bajarêkî Îranê) îdia dikin ku Muqteda El Sadr ji ber tirsa grûba Asaibê Ehlî Haq çûye Îranê
Rojnameya Şark-El Eswet nûçeyê xwe ji çavkaniyên Necef û Qûmê girêdide. Di nûçeyê de Serokê grûba Sadrê Muqteda El Sadr ji ber îhtîmala êrîşkirina grûba Asaibê Ehlî Haq çûye Îranê û rojname diyar kir ku jiyana Sadrê li Iraqê di xeteriyê de ye.
Di nûçeyê de hate diyar kirin ku ji bo Sadr di sala 2003’an de ji aliyê Dadgehên Iraqê ve daxwaza girtinê hatîbû derxistin û ji ber vê yekê jî Sadr naxwaze li Iraqê bimîne.
Li gor çavkaniyên bajarê Qûmê jî hate nivîsandin ku Sadr li bajarê Qûmê di xaniyekî hêzên Emîneyê de dimîne.
Muqteda El Sadr ji ber kuştina lawekî Merciyê Mezin ya Şîiyan ji aliyê grûba Asaîbê Ehlî Haqê ve hatîbû sûcdar kirin.