Cîhan

Tirkiye 116 heb balafirên cengî ya F-35 distîne

Wezîrê Parastina Netewî yê Hikumeta Tirkiye Vecdî Gönül daxuya kir ku dê Tirkiye 116 heb balafirên cengîya F-35 bistîne.

Li gor nûçeyên rojnameyê Tirkiyeyê ji bo balafirên cengî yên F-35’ê heta niha sîparîşekî nehate dayîn lê Wezîrê Parastinê Netewî yê Tirkiye Vecdi Gönül da zanîn ku ji bo pêşerojê stendinê 116 heb balafirên cengî ya F-35’ê hatiye plankirin.

Gönül daxuya kir ku di nawa projeya stendina balafirên cengî de 9 welat hene û ji bo kirînê bi giştî 3 hezar û 140 heb balafirên cengî hatiye plan kirin. Gonul da zanîn ku Tirkiye ji bo projeya nîşandanê 6 mîlyon dolar, ji bo pêşvebirina projeyê 175 mîlyon dolar û ji bo piştgiriya avakirin û başkirina herdemiyê jî 748 mîlyon dolarê girt ser xwe.

Gonul wiha berdewam kir: Heta niha sîparîşekî fermî nehate dayîn lê digel vê yekê jî 16 opsiyon û 116 CTOL tedarikî balafire hatiye plankirin.

Konsorsiyum bi serokatiya Îngîlistan û Dewletê Yekbûyî yên Emerîkayê tên rêveberkirin û di nawa konsorsiyumê de Îtalya, Holland, Awustralya, Qanada, Tirkiye, Danmark û Norwêç jî cih digrin.

Back to top button