Civak

Li Îranê 6 kes hatin darvekirin

 
Kanala Prees Tv a Îranî nûçeyek belav kir û ragihand, ku îro di destpêka rojê de hukûmeta Îranê du kes bi tawanbariya endametîya rêxistina Mucahidînê Xelq li darvekirin.
 
Ajansa nûçeyên Mehr News a Îranî jî di vê derbarê de ragihand, ku ev herdu kes endamên rêxistina opozisiyona hukûmeta Îranê ya bi navê Mucahidînê Xelq bûn û guneha wan jî ew bû, ku wêne û dirûşmên rêxistina Mucahidînê Xelq di nav xelkê de belav kirine û herweha wêne û videyoyên xwepêşandanên piştî hilbijatinan belev kirine û li bingeha leşkerîya Eşref a Mucahidînê Xelq rahênan kirine.
 
Li gora nûçeya ajansa Mehr News navê yek ji wan kesan Cefer Kazimî ye û navê yê din jî Muhemed Elî Hac Axayî ye.
 
Ji alîyekî din ve hukûmeta Îranê 4 kesên din bi guneha destdirêjîya seksî li paytextê Îranê bajêrê Tehranê li darvekirin. Hukûmeta Îranê ev herçar kes bi destdirêjîya seksî bi ser jinekê û zarokekî de gunehbar kiribû.
 
 
Hêjayî gotinê ye, ku ji destpêka sala nû ve heta niha hukûmeta Îranê sizayê sêdaredanê bi ser bêtirî 60 kesan de bi cih kiriye.

Back to top button