Cîhan

Nûnerê Vatîkanê serdana Kurdistanê bike

Hate ragihandin ku biryar e sibê balyozê Vatîkanê yê li Iraqê û Urdinê, wek nûnerê Papa Benedîktê VIyê, serdana herêma Kurdistanê bike.

Li gor malpera resmî ya wezareta diyanetê ya herêma Kurdistanê, nûnerê Papa dê di çarçoveya sedana xwe de ewilî serdana wezareta diyanetê bike.

Biryar e nûnerê Papa Benetîktê VIê sibê digel wezîrê diyanetê yê herêma Kurdistanê Kamîl Hacî Elî û birêveberê giştî yê karûkarû xrîstiyanan yê li wezareta diyanetê bicive û li ser awayê karkirina wezaretê û çawaniya xizmetkirina xrîstiyanan ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve gotûbêj bike.

Her weha di civîna sibê de dê li ser asta bihevrejiyana olî û arîşeyên xrîstiyanên ku ji ber kiryarên terorîstî ji navçeyên navîn û başûrê Iraqê hatine li herêma Kurdistanê akincî bûne, bê rawestan.

Biryar e balyozê Vatîkanê digel serokê herêma Kurdistanê, serokê parlamentoya Kurdistanê û hin berpirsên din yên herêma Kurdistanê jî bicive.

Back to top button