Cîhan

Li balafirgeha Moskowê teqîn (VÎDYO)

Li mezintrîn balafirgeha navneteweyi ya Moskowê teqînek pêkhat û di encamê teqînê de nêzîkî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî bi awayekî giran birîndar bûn.

Hate diyar kirin ku rewşa brîndaran girane û berpirsyarên nexweşxaneyê jî dan zanîn ku mimkûne ku hêjmarê miriyan zêde bibe.

Li gor Ajansa Nûçe ya Rûsê teqîn ji aliyê xwekujekî ve pêkhatiye. Dimenên ewil ya kete malpera Twitter jî.

Ajansa Nûçeya Rûs ya ITAR TASS li gor şahîdên bûyerê diyar kirin ku di encama teqînê de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 130 kesan jî birîndar bûne.

Berpirsyarê polêsan Sergei Markîn jî teqînê belêyand lê di derbarê teqînê de agahdariyek nedaye.

Serok Dewletê Rûsyayê Dîmîtrîv Medvedev jî li ser teqînê daxuyaniyekî da û da zanîn ku berpirsyarên teqînê di demekî kin de bên sezakirinê.

Di peyama Medvedevê de hate gotin ku: Ewlekariyên çarrêyên mezin bên zêdekirin. Em li taziyeya qurbanên balafirgeha Domodedovayê ne. Organîzatorên êrîşê xwekujî di demekî kin de bêne sezakirin.

Back to top button