Tê pêşbînîkirin cezayê darvekirinê li Kurdistanê nemîne
Dixwazim cezayê min zû bê bicîkirin û ji vê rewşa dijwar rizgar bibim.” Ev gotina piraniya zindaniyên ku bi darvekirinê “hatine mahkûmkirin, ku rojane Rêveberê Beşa Lêkoleran li Çaksaziya Mezinan li Hewlêrê Hêmin Teha ji van mahkûman dibihîze: “Mahkûm herdem berê xwe didin televizyonê, da bizanin kengî cezayê wan tê kêmkirin an cîbicîkirin.î
Cezayê darvekirinê tevî ku li gelek welatan pêbend bi peymanên navdewletî yên taybet bi mafên mirovan, nayê cîbicîkirin, lê li hinek welatan heta niha tê peyrewkirin. Li Herêma Kurdistanê jî heta niha ev ceza tê standin, lê nayê cîbicîkirin, her çiqasî parlamentoya Kurdistanê berî çend salan ew rawestand. Li gor gotina lêkolerên çaksaziya Hewlêrê piştî dirustbûna sîstema çaksazî li Herêma Kurdistanê tu cezayeke darvekirinê nayê cîbicîkirin.
Berpirsê Beşa Yasayî ya Çaksaziya Mezinên Hewlêrê Nûser Ebdulla amaje da ku ew jî daxwaz dikin cezayê darvekirinê nemîne, ji ber di hemû sîstemên çaksaziyê –reformê- de cezayê darvekirinê tenê di rewşên pêwîst de tê peyrewkirin, wek cînosayd, teror û tawanên niştimanî: “Ji ber nabe kesek di kiryareke terorîstî de jimareke kesan bi awayekî hovane bikuje û neyê îdamkirin.”
Li gor amara Komîteya Mafê Mirovan li Parlamentoya Kurdistanê, niha li Herêma Kurdistanê 137 kesan cezayê îdamê standine û niha li zindanan in û cezayê wan nehatiye cîbicîkirin, ku bi vî awayî ye: Silêmanî 74 mêr û 6 jin, Dihok 33 mêr û jinek, Hewlêr 22 mêr û jinek.
Li gor gotina Berpirsê Beşa Yasayî ya Çaksaziya Mezinên Hewlêrê Nûser Ebdulla, ligel dirustbûna sîstema reformê li girtîgehan tu biryareke darvekirinê nehatiye cîbicîkirin: “Ku ev jî hewldaneke bo nehiştina cezayê darvekirinê.”
Lêkolerên civakî li çaksaziyên Kurdistanê dibên hê zû ye ku cezayê darvekirinê li Kurdistanê bi carekê bê rakirin. Rêveberê Beşa Lêkoleran li Çaksaziya Mezinan li Hewlêrê Hêmin Teha dibêje: “Pêwîst e heta çend salên din cezayê darvekirinê bimîne, jiber ger cezayê kesekî bê sivikkirin û piştî xilasbûna cezayê xwe bê azadkirin, wê li derve bê kuştin, ev jî dibe sedem ku tawaneke din çêbibe.”
Çalakvanên warê mafên mirovan bi her awayî dijî hebûna cezayê darvekirinê ne û daxwaz dikin ev ceza li Kurdistanê nemîne.
Serokê Înstîtûya Kurdistan bo mafên mirovan Elî Kerîm ragehand: “Tecrûbeya mirovatiyê derxistiye ku her civakeke ku cezayê darvekirinê lê hebe, jimara tawanan lê zêdetir e ji ber buhayê jiyanê dixe jêr pirsiyarê, tirsa xelkê ji mirinê dişike û hevdu dikujin, xelk çav li hikûmetê dike.”
Bi baweriya Elî Kerîm, divê pêşî kar li ser wê yekê bê kirin ku xelk negihin radeya ku hevdu bikujin, ger gihiştin vê radeyê jî divê buhayê jiyanbûnê bê parastin û nabe ligel mirinê bin: “Darvekirin cezayeke berê ye, divê hinek cezayên din bên dîtin wek girtina herdemî, nabe mafê jiyanê ji mirovekî bê standin.”
Kerîm red dike ku nemana darvekirinê neyartiyê çêbike û dibêje ger serweriya rastî ya yasayê hebe, pirsgirêk di carçoveya yasayê de tên çareserkirin: “Ger yasa bo hemû kesî wek hev be, ev pirsgirêk çênabin.”
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Asos Necîb bo Rûdawê ragehand ku: “Ji dema ku Wezareta Kar û Karûbarên Civakî di dema kabîneya 5an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat çêkirin, 2-3 bûyerên darvekirinê yên awarte hatin cîbicîkirin, ku tawana wan teror bû, li hemû welatan jî ev bûyerên awarte hene, lê piştî min dest bi kar kir, ti cezayeke darvekirinê nehatiye cîbicîkirin, ji ber min rê li ber cîbicîkirina vê cezayê girtiye.”
Asos Necîb sedemê sekinandina vê sezayê bi sîstema reformê ve girêdide ku li Herêma Kurdistanê tê cîbicîkirin û dibêje: “Bi ti hawî ne ligel cezayê îdamê me, ji ber sîstema reformê têk dibe. Pêşbînî dikim di dahatû de derbarê nehiştina vê cezayê li Herêma Kurdistanê, biryarek bê girtin.”
Navbirî diyar kir ku piştî mehekê ku wê dest bi karê xwe kir, nivîsarek derbarê nehiştina cezayê darvekirinê da serokê Herêma Kurdistanê û serokê hikûmetê: “Ji ber dema em sîstema reformê peyrew dikin, em dixwazin jiyan bo tawanbar bimîne, û bi vê sîstemê wî bikin kesekî tolerant û sûdmend da vegere nav civakê û civak jî sûdê jê bibîne.”