Nivîsar

Prosesek nû li Sûrî destpêkir

Bûyer û xwepêşandanên ji bo ruxandina rejima Sûrî çêdibin, ket di qonaxek nû de. Serokê Sûrî Esad ji bo xwepêşandanan bisekinîne soza hinek reforman da.Herweha ji aliyek din ve ji bo kurdan jî razî bike hinek gav avêtin û hinek jî soz dan kurdan. Lê di pratîkê de tu gav neavêtin. Armanca gotar û soz dayina Esad tenê ji bo sekinandina pêlên xwepêşandanan bûn.

Lê daxwaz a xelkê Sûrî ne hinek guhertinên rojane û kirina hinek guhertinên basît bi navê reforman e. Ew dixawazin rejima serdest bête hilweşandin. Heta niha rewşa Sûrî ya taybet bûye sedemek bingehîn YDA û Ewropa helwestek zelal di derbarê Sûrî de negirtine. Lê dixweyê ev bê helwestiya rojhilat beşek ji çewtiya siyaseta wan wa rojhilat a navîn e.

Sûrî hêdî bi hêzên ewlehiyê nikare rê li xwepêşandana bigre. Niha jî leşker ji ordîgehên wan derxistin û dixwazin rê li xwepêşandna bigrin. Lê dixweyê hêdî tîr ji kevan derketiye. Sekinandina xwepêşandana li sûrî ne mimkine.

Helwesta desthilata Sûrî ya tund li himber xwepêşandana û daxwaziyên xelkê, dibe sedema ku bi rojane hêjmara kuştiyan zê de dibe. Hêzên ewlehiyê xelkê ji malên wan dertêxin û dibin û wan bi awayekî serwinda dikin. Lê cardin nekarîn rê li xwepêşandana bigrin.

Li himber tundiya rejimê îstifa kirina du parlementerên devera Derea  gavek li gora mercên Sûrî gelekîgirîng e. Herweha li gora hinek agahdariya leşker naxwazin êrîşê xelkê bikin û hinek ji leşkeran ji dev leşkeriyê berdidin.

Daxuyaniya Amerîka ya di derbarê Sûrî de gelekî girîng e, û dibe destpêka prosesek nû di bûyerên Sûrî de. Amerîka di daxuyaniya xwe de dibêje: Emê li dijî van kiryarên rejima sûrî yên tund hinek gava bavêjin. Herweha Amerîka da xuyakirin ku , li dijî hinek berpirsên bilin yên rejimê helwestan bistînin û heyîna darayî ya serokê Sûrî Bişar Esad bicemidînin û peyman û karên wan yên dervê jî rawestînin.

Ev yek dibe sedemek bingehîn ku xelkên Sûrî pêlên xwepêşandana zêdetir bikin û rejima sûrî bi xwe jê tê bigihe ku hêdî bi tundîû tujiyê nikare rê li xwepêşandana bigre û pişgiriya navnetewî serhildana xelkê bi hêztir dike.

26.4.2011

Xeber Analiz:Dara Bilek

Back to top button