Civak

Gelo xwe ji şer re amade dikin?

 

jêderekî ku nexweztîye navê xwe aşkere bike ji PNA re ragihand, ku Komeleya Îslamîya Kurdistanê dil heye baregehên xwe ber bi devera Darşimane ya li ser sînora herêma Kurdistanê û komara Îslamîya Îranê ve bibe.

Evî jêderî weha jî da xuyakirin, ku serkirdeyê Komeleya Îslamîya Kurdistanê Elî Bapîr, ku yek ji ew sê partîyên opozisîyonê yên li herêma kurdistanê ye, pêkol kirin ku bargehên serbazîyên xwe ber bi devera Darşimane ve bibin.

Her evî jêderî weha jî got, ku Komeleya Îslamîya Kurdistanê ji bo evê yekê gelek pêkol kirîye, belê xelkê wê deverê qebûlnekirine û herdem rêgir bûne li ber dergehê Komeleya Îslamîya Îranê ji ber ku devera wan li ser sînore û ew jî dibe egera têkçûna ewê deverê.

Hêjayî gotinêye, li sala 2003 di cenga azadkirina Îraqê de ji alîyê hêzên hevpeymanan ve bingeh û bergehên Komeleya Îslamîya Kurdistanê hat bombebaran kirin.

Back to top button